MalMem Mîrxan Niha baþûrê dilê me kul, Bakur birîndar e
Niha baþûrê dilê me kul, Bakur birîndar e
Bêhnek tê, ji dûr de.
Bêhenke genî.
Diþibe bêhna ixanetê,
Bêhna xwîna bira jê te.
Bêhneke giran e.
Sitûna pozê mirov diþikêne.
Her roj piçekî din belav dibe.
Ev çend roj in heman bêhnê sînor
jî derbas kirin.
Niha serê hemû kurdan bi vê bêhnê
diêþe.
Bêhneke genî, bêhna hevkariyeke
qirêj tê.
Li baþûrê dilê me êþekê mezin
peyda kir vê êþê.
Niha baþûrê dilê me kul, Bakur
birîndar e.
Bakur birîndar e. Ji payîzê û vir
de ev çendemîn êriþên kurdkuþtinê ye?
Çendîn carên din wê balafirên
mirinê bi ser tovên azadiyê de mirinê bibarînin? Nayê zanîn.
Lê tiþtek tê zanîn.
Di Konseya Ewlekariya Milî de biryarek
hate girtin.
Li gorî vê biryarê dê Komara
Tirkiyê bi “hêzên heremî yên Iraqê” re têkilyên nû
deyne.
Bi vê mabestê heyetek çû Bexdayê û
bi Serokê Hikûmeta Heremî Neçirvan Barzanî re hev dîtin pêk
anî.
Di þeva ku ev hevdîtin pêk hat de jî
bi hevkariya Emerîka û Îranê êriþ bir ser þervanên PJAK’ê.
Di wê þevê de,
Þeþ kanî miçiqandin,
Þeþ jiyan temirandin,
Þeþ çira vemirandin,
Kurdistan þeþ carên din birîndar
bû.
Komara Tirkiyê bi “hêzên heremî
yên Iraqê” re têkilyên nû çêdike!
Ez bixwe ne li dijî hevdîtinan im.
Berevajiyê wê divê Kurdistana Baþûr
û berpirsiyarên wê bi hemû dewlet, netewe û kêmneteweyan re
têkiliyan deynin.
Balyozxaneyan vekin, qasidan biþînin,
qasidan dawet bikin.
Ku li ser berjewendiyên gelê kurd be
ji bo hemû kurdan serbilindî ye.
Lê di çi þert û mercen de dibe bila
be; divê Hikûmeta Heremê li ser kuþtina beþeke din, ji bo
tunekirina hêzên azadiyê bi tu dewlet û hêzan re hevkariyê
neke.
Lewre Baþûrê Kurdistanê tenê
parçeyek ji parçeyên din ên axa Kurdistanê ye.
Û hêvî û daxwazên hemû kurdan tê
de têne temsîlkirin.
Divê wisa be jî.
Divê rêveber û serokên Hikûmeta
Herema Kurdistanê di têkilî û danûstandin, di lihevkirin û
peymanan de berjewendiyên hemû kurdan li ber çavan bigirin.
An jî wê firseta herî mezin a dîrokê
bi bombeyên balafirên tirkan heba bibe.
Em dubare biraderên xwe þiyar dikin.
Eman ha!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 07-05-2008 09:06 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 07-05-2008 09:06 Views: 45
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 45