• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Navê melê xwe bêje em bizanibin partiya te kîjan e
Navê melê xwe bêje em bizanibin partiya te kîjan e Binivîse E-posta
 
Ev serê sê mehan e du meleyan bi kirinên xwe rojeva Tirkiyeyê diyar kirin.

Yek Seydayê Mele Mihyedin ku çapemeniya tirkan navê “Melayê DTP’ê” jî lê kiriye û yên din jî li gorî çapemeniya kurd Melayê AKP’ê yê doxinsist Huseyîn Uzmez e.

Mele Mihyedin ji bo ku þer bê rawestandin weke her kurdekî tevgeriya.

Bi Qurana di dest de tevli meþê û daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî operasyona derveyî sînor bû.

Lê bi tevlibûna xwe pergala derewîn a oldariya AKP’ê hejand.

Pergala derawîn a dehan salan.

Di vê navberê de tiþtekî seyr jî qewimî;

Mele Mihyedîn hate girtin.

Lê kes nizane ji bo çi.

Gelo Mele Mihyedin ji bo çi hate girtin?

Ji bo ku Quran bi xwe re gerand?

Ji bo ku derket ser otobêsê û axivî?

Ji bo ku di axaftina xwe de tiþtên hiþk gotin?

Na, na, na

Em jî li wir bûn.

Mele tenê du hevok gotin: “Ji bo xatirê Quranê vî þerî bidin sekinandin. Bila êdî mirov nemirin” ji bo van du hevokan Mele Mihyedîn ji yekê Adarê de ye di hepsê de ye.

Dibe ku gelek salan ceza jî bidinê.

Herdu Mele jî di hepsê de ne.

Yek jî ji bo þeref û namûsa walatê xwe bilind bike ket hepsê,

Yê din ji bo ku dest dirêjiya namûsê kiriye ketiye hepsê.


Huseyîn Uzmezê Pisîk

Li ser meleyan gelek metelok hene.

Rojekê li gundekî Melayek dersê dide zarokên gund.

Di nav zarokan de keçên 12 salî jî hene.

Mele dibêje. “Zarokino werin em îro lîstika miþk û pisîkê bilîzin, hûn bibin miþk û birevin, ez ê jî dibim pisîk û we bigirim.

Zarok direvin Mele jî didi pey zarokan û keçikekê di kuncik de zeft dike. Û dibêje: “hela serê xwe wê de bike”.

Pisîk bi awayekî miþkê digire. Û weke pisîkê bi zimanê xwe devê keçikê dialêsê û dibêje:

“Tehma miþk çiqas xweþ e, loma pisîk miþkan dixwin”

Huseyîn Uzmezê pisîk jî weke vê çîrokê kî dizane çend miþk xwarine.

Heta dev ji miþkan berdin, miþk tev diya wan xwarine.

AKP û partiyên wek wê jî bi salan e li ser navê oldariyê gelê me dixapînin û dengan distînin.

Aha ji we re du mele û du partî.

Hûn dengê xwe didin kîjanê bidinê.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


11-05-2008 08:46   Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 11-05-2008 08:46  . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment. Last update on 11-05-2008 08:46
Views: 58    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;