Li ser Žaredarî û
rêvebirina žaredariyan çawa îro nîqaž têne
kirin, sibêroj jî wê ev nîqaž bidomin. Lê
kurd divê ji modelan modelekê bingeh bigirin û li
gor wê žaredariyan birêve bibin. Daxwaz zelal bibin.
Niha navê wê zelaliyê Xweseriya Demokratîk
hatiye danîn. Em ji nirxandin û çavdêriyên
“Konferansa Çareseriya Pirsgirêka Kurd(istanê) û
Demokrasîyê” hîn dibin ku ev Model dižibe Modela
Fransayê.
Gelo Modela Fransayê ya
Rêveberiyên Heremî çiye, çawa ye?
Li piraniya welatên dinê
rêveberiyên heremî bi qanûnan hatine
avakirin. Avabûna wan li gor pêžketina demokrasiya wî
welatî, li gor pergala siyasî û li gor derfetên
aboriyê diguherin. Ji vana a herî balkêž Fransa
ye. Komin ku bingeha rêveberiyên herêmiya Fransayê
ne, di 1884’an de bi qanûnekê hatine avakirin. Li
Fransayê hejmara van kominan di 1993’an de 36 hezar û
551 e. Kominên nifûsa wan di bin 2000’î re ne tên
ba hev û “kominên žirîk” ava dikin. Di 1990’î
de ji 36 hezaran zêdetir belediye, ji 100 zêdetir
belediyên bajaran, 26 Heremên Rêveberiyê, 9
jî Žaredariyên Mezin hene. Bajarê herî mezin
û paytexta Fransayê; Parîs bi zagonek taybet tê
birêvebirin. Li Fransayê 3 cûreyên
birêvebirinê hene. 1. Birêvebirina Heremî,
2.Birêvebirina Bajararan, 3. Komin
Li Fransayê heta 1982’an weke
Rêvebiriya Tirkiyê, Walî ji aliyê hukumatê
ve dihatin tayînkirin. Li gel Walî, Meclîsa Bajêr,
Žaredar jî weke karmenekî di bin deshilatiya walî
de dižixule. Lê belê di Adara 1982’an de zagonek nû
derdikeve û hemû peywirên walî didin Serokê
Meclîsa Bajêr. Bajarên din ên mezin jî
di bin sîwana Herêman (region) de tînin ba hev û
endamên meclîsa herêmê ji gelên li wan
bajaran dijîn rasterast hildibijêrin. Serokê Herêmê
ji nav meclîsê ji bo 3 salan tê hilbijartin. Serokê
Herêmê di heman demê de serokê siyaset a
heremê ye. Di Meclîsa Heremê de waliyek ku
rasterast bi serokwezîr ve girêdayî ye û jê
re waliyê “General Delegue” jî tê gotin û
28 endamên meclîsê hene. Waliyê bajêr
tenê dikare “ka karê ku žaredarî dike li gor
qanûnê ye an na” binihêre. Lêpirsînên
derheqê žaredar de vedike neçar e di 30 rojan de bi
dawî bike.
Li Fransayê ji derveyî
ewlekariyê hemû peywirên dinê bajêr
žarederî bi cîh tînin. Avakirina dibistanan,
perwerdehî û perwerdehiya pîžeyî, tenduristî
û hemû karên bi wê ve girêdayî ji
hêla rêvebiriyên herêmî ve tên
birêvebirin.
Di vir de pirsa herî girîng
‘Xweseriya Demokratîk û Modela Fransayê li ku
derê digihîjin hev’ e. Heremên Fransayê bi
butçeya xwe, bi serokê Meclîsê ,bi temsîla
serokê heremê gelek dižibe Modela Xweseriya Demokratîk.
Serokê Heremê weke Serokwezîrê herêmê
ye. Ne weke žaredarên me yên niha karmendê dewletê
ye, Serokê Heremê afirînerê siyasetê
ye. Bac û birêvebirina butçeya herêmê
di destê Meclîsa herêmê de ye.
Em çi dixwazin?
Qet ne wek Leyla Zana dibêje
bila 7 Eyalet bin, qet ne wek Hatip Dicle jî ku dibêje
bila 25 herêm, ji kurdan re kirasekî (statuyek) nû
lazim e. Di vê statûyê de divê wek Fransayê
butçe di Rêveberiyên Herêmî de be.
Baca ku li Herêman tê berhevkirin li welatiyê wê
Heremê bê xerckirin. Li Fransayê li derveyî
Korsîkayî li Kurdistana Xweser divê perwerdehiya
kurdî bi destê rêveberiyên herêmî
de be.
Tižta herî girîng ku me ji
Herêm (Recion)a Fransayê diqetîne; di herêmên
kurdan de divê reng, al, sirûd û çanda
kurdan azad be û bi destê rêveberiyên herêmî
bêne pêžxistin.
Tižtên din tenê teferuat
in.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 13-02-2008 08:26. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 15 time. You can leave a comment.
Last update on 13-02-2008 08:26 Views: 318
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 318