Di dema operasyona dersinor de ji bilî
çapemeniya tirk, çapemeniya cîhanê jî
li qada þer bû. Lê bi rastî jî li qada þer
bû. Ne wekî çapemeniya tirk ji koþkên
derewan nûçeyên derew nivîsandin. Washington
Postê jî li qada þer, di bin bombebaranê de
nûçeyeke bi qasî hemû bombeyên zapê
bi bandor nivîsand.
Washington Postê di nûçeyê
de bi kurtebirî ev tiþt vegotibûn. “ li gorî me
vê operasyonê bandoreke mezin li PKK'ê nekir.
Tirkiyê demeke dijêj li ser
gelê kurd polîtîkaya asimilasyonê meþand,
kurdî, perwerdehiyê û weþanên kurdî
qedexe kirin”
Her wiha rojnameyê di berdewamê
de got ku” ji bo ku erkên þer ji holê rabin, PKK
rêvebiriya Enqereyê dawetî diyalogê dike. Tê
xwestin bila mafên wan ên çandî, aborî
pêþ bixe. PKK dibêje ku berdewama vî þerî
tenê kaosa Iraqê mezin dike. Di heman demê de di
serî de endamtiya Tirkiyê ya ji bo Yekitiya Ewroyê
û statuya wê ya giþtî ya navnetewî dixe
xetereyê.”
Dîsa di heman nivîsê
de tê gotin ku “ PKK'yî Komara Tirkiyê, laik û
modern dibînin û naxwazin ji Tirkiyê veqetin û
ji ber wê ye ku ji berê kêmtir dibin tehdit”
Bi giþtî nûçe û
þiroveya Washinton Postê wiha ye. Lê teþqele û
qiyamet ne li ser van gotinan e. Hemû tofan li ser wêneyekî
derket. Wêne ev e;
Di þerê ku li Zapê qewimî
de wekî mirovan sewal jî mirin.
Çawa dayikan zarokên xwe
winda kirin,
zarokan jî dayikên xwe
winda kirin.
Heta darê guliyê xwe,
Avê kaniya xwe,
Çûkê hêlîna
xwe winda kir.
Di wî þerê bêvav de
çêlika hirçekê jî sêvî
ma. Gerilayan ew kirin hemêza xwe û þîr danê,
lê xwedî derketin. Û an bi nezanî an bi zanîn
pê re wêneyên xwe kiþandin.
Belê navê qiyametê
wêneyê hirçoka biçûk e. Li ser vî
wêneyî, ji Qesra Spî bigire heta Enqerê bi
dehan daxuyanî hatin dayîn. Û hate gotin ku
Washington Postê bi wî wêneyî alîgiriya
PKK'ê kiriye. Bi gotina Balyozxaneyê berê yê
Amerîkayê yê Enqerê “ Çîrokê
ew þaþ kiriye. Nîvîs pir þibiyaye nivîsên
ku piþtî þoreþê li çiyayê Kubayê
bi Fidel Castro re hatibûn kirin”
Ez bawer im haya van kesan ji dinyayê
tûne ye. Ji ber wê ye ku ji romantîzma gerîlayên
kurd û hirçoka biçûk ditirsin.
Rastî ev e. Niha li ser rûyê
erdê hereketa herî romantîk û gerîlayê
herî romantîk li çiyayên Kurdistanê
dijîn. Hinekên wan 30 salên xwe, hinekên wan
20 salên xwe li serê çiyayên azad derbas
kirine. Narkotîk eroyîn karê emperyalîzmê
û dagirkeran e, çi têkilya neçîrvanên
azadiyê û bi wan karên kirêt heye.
Bi min di vê nivîsê
te tiþtên ecêb û nehatiye nivîsandin ne
bîberon e, ne jî pirsa ew ji ku hatiye ye. Pirsa girîng
ku nehatiye pirsîn ev e. Gelo heta niha gerîla çend
hirç, xezal, baþok û bezkoviyên sêwî
xwedî kirine û niha di heman xwezayê de wekî
bira bi hev re dijîn?
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 19-03-2008 08:20. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 9 time. You can leave a comment.
Last update on 19-03-2008 08:20 Views: 148
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 148