• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Kulîlka Adarê Mehmet Denîz
Kulîlka Adarê Mehmet Denîz Binivîse E-posta
 
Berbanga 8’ê Adarê bû…

Li Erdîþê govend digeriya qor bi qor….

Dayîkên ku di þerekî bêbav de zarokên xwe, gundên xwe û bav û birayên xwe winda kiribûn bi alên xwe yên keskesor derketibûn kolanan.

Qerebelixê bi alên xwe yên kurdereng kolanên Wanê yên di xizaniyê de gevizî guhertibûn.

Bi tilîliyên xwe dihejandin. Tilîlî weke goga berfê her ku diçûn mezintir dibûn, bêdengiyê dora xwe dida gurmîniya bombeyên gazê, tilîlî bi gazên îsotê serxweþ bûn,

Guleyek li T

Guleyek li I

Guleyek li L

Guleyek li Î

Guleyek li L

Guleyek li Î’yê ket.

Mehmet Denîz ji qelebalixê gelek dûr bû, lê ji mirinê nêzîk… 58 salî bû.

Di ser mirina kurê wî re deh sal derbas bûbûn.

Diheyîrî ku heta niha çawa sax maye, ji ber wê bû þer û têkoþîna wî ya bênavber.

Li Bedlîsê li gundê Karakosê hatibû dinyayê.

Tevî bavê xwe, sê dêmarî deh xwîþk û bira di maleke biçûk de mezin bûbû.

Mirin ji bo kurdan parçeyekî jiyanê bû, an di riya findikan de, an di bin berfê de an jî di bin panzerê de…

Mehmet ji gundê xwe koç kir. Wî jî nizanibû ev koça çendemîn e.

Ji xwe dilê wî ji zû de koç kiribû, bi kurê wî yê ku ji inþeatê ket xwarê û hesin di serê wî re derbas bûbû.

Wê sibehê xewa wî bi tilîliyan hatibû birîn.

Dilê wî bihourîbû.

Dengê ku ji kolanan dihat ew sermest dikir.

Jinên taxê weke ku herin govend û dîlanê xwe xemilandibûn.

Mehmet rojnameya xwe kir berîka xwe û cixareya xwe kir destê xwe û berê xwe da oxir felekê.

Mehmet weke ku hatibe efsûnkirin li pey qerebelixê dimeþiya.

Çend destan bi hev re bi paþ stûyê wî girt û ew kiþand baxçeyê nexweþxaneyê.

Bêyî ku bizanibe çibûye, êþek kete zikê wî, navranên wî, serê wî, milê wî stûyê wî…

Awazên wî tevli dengên sloganên kolanan bûn.

Demeke din jî krîz, lê kesî ew nebihîst.

Çi kir nekir nikaribû serê xwe bilivîne.

Gewdeyê wî yê bêliv li erdê dirêj bû.

Ew laþê ku bi salan e li ber hemû tengasiyan netewiyabû weke Kulîlka Adarê çimlisî, bêrih û bê giyan…

Çawa be Mehmet hînî mirinê bûbû.

Bi mirina kurê xwe carekê, ji ber feqîriyê sed caran miribû.

Kulîlka Heftreng Mehmet bû Þehîdê 8’ê Adarê.

Êdî ew jî Clara Zetkîna me ye.

Nîþe: Piraniya vê nivîsê ji ajansa Firat Newsê hatiye wergerandin.


12-03-2008 08:20 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 12-03-2008 08:20. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment. Last update on 12-03-2008 08:20
Views: 195    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;