- Di 1986’an de bi hêzeke ku
hejmara wê nayê zanîn ketin baþûrê
Kurdistanê.
- 1991’ê de bi alîkarîya
hêzan pêþmergeyên Barzanî û Talabanî
operasyoneke tunekirinê dane destpêkirn û ji wê
rojê de leþkeren tirk li Zaxo, Erbîl û Selahadînê
bi cih bûn û nema derketin.
- Di 1992’yan de bi desteka tang,
top, firok û balafýran 15 hezar leþker ketin Kurdistanê.
- Di bihara 93’yan de bi hêzên
biçûk.
- Di 1994’an de 5 hezar leþker 15
kilometre ketin Baþûrê Kurdistanê.
- Di 1995’an de bi serkêþiya
13 generalan 35 hezar leþker ketin baþûrê Kurdistanê.
Leþker heta 60 kilometreyî li baþûr belavbûn.
- Di destpêka 1997’an de ji bo
ku herêmeke tampon çêkin Tugayek leþker sînor
derbas kir.
- Di 14’ê gulana 1997’an de
bi desteka Hêzên Hewayî 35 hezar leþker sînor
derbas kir. Piraniya leþkeran di hezîranê de vekiþiyan,
lê di îlonê de dîsa 100 tang û 10 hezar
leþker dîsa ketin baþûrê welêt. Di 4’ê
kanûnê de jî bi 20 leþkerî operasyoneke din
a bejayî dane destpêkirin.
- Di bihara1998’an de 15 hezar leþker
beþ bi beþ ketin Baþûr.
- Di 2001’an de cara dawî sînor
derbaskirin.
- Û di 16’ê berfanbara
2007’an de Operasyona Hewayî ya “Birînên
Oremarê” bi 52 balafiran hate destpêkirin û niha
(22 sibatê 2008’an) jî dagirkirina bejayî dest pê
kir. Li gorî artêþê 5, li gorî HPG’ê
di roja pêþin de 24 windahiyên Artêþa Tirk hene.
Ev sih sal in em bi dengê
balafiran þiyar dibin. Rojekê pêncî, rojekê
bist balafir barê bombeyan hildigirin û bi ser azadiya me
de berdidin.
Ev operasyonên dê di
pêþerojê de jî berdewam bikin.
Di salên bê de jî wê
bi hêzên dîtir, bi hejmarên mezintir berdewam
bikin.
Lîste dê her sal dirêjtir
bibe.
Bêguman dê hemû
operasyon û emeliyatên wan weke hercar bêencam
bimînin.
Lê operasyon û lîsteya
operasyonan çiqas dirêj bibe, dê yekitiya kurdan
jî ew qas mezin bibe,
Operasyon çiqas belav bibin wê
biratiya nava gelê kurd jî xurt bibe,
Operasyon çiqas zêde
bibin, wê hêviya “divê gelê kurd û
gelê tirk bi hev re bijîn” kêm bibe.
Operasyon çiqas berdewam bikin
wê gorên nû li goristanên gelên hejar
ên kurd û tirk zêde bibin.
Operasyon çiqas berdewam bikin
wê gelê kurd û tirk feqîr û xizantir
bibin û wê meaþê Ertugrul Ozkok û yên
wekî wî þerxwaz zêde bibe.
Operasyon çiqas berdewam bikin
wê rojname û televîzyonên kurdan bênê
girtin û sansurkirin, wê Aydin Dogan jî rojname û
televîzyonên nû bistîne.
Operasyon çiqas berdewam bikin
kurd dê ew qas ber bi azadiyê ve bimeþin.Wê gelê
kurd hemû kêmasî û xeyidandinên
navxweyî bidin aliyekî û berxwedana welatekî
azad bilind bikin.
Operasyon çiqas sînoran
derbas bikin, gelê kurd ê li piþt çar sînoran
hatiye hepskirin jî wê sînorên nav xwe yên
bêwate rakin…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 24-02-2008 08:42. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 24-02-2008 08:42 Views: 248
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 248