Di nivîsa çarþemiyê
de min pêþketinên piþtî operasyonê bi çend
xalan nivisandibûn.
Xeta yekem Xeta Çareseriya
Demokratîk bû. Di van sê rojên dawiyê
de di çapemeniya tirk de bi dehan nivîsên bi vî
rengî derketin.
Nivîsa yekem a Ertugrul Ozkok ku
7’ê adarê di Rojnameya Huriyetê de bi navê
“Meditasyona Civakî” derket. Ya din ji hevpeyivînekê
pêk dihat. Ertugrul Mavioglu ji bo rojnameya Radikalê bi
pêþeng û rewþenbîrên kurd re hevpeyivînek
dûr û dirêj çêkir.
Gelek nivîsên din jî
derketin lê emê van herdu nivîsan dahûrînin.
Ertugrul Ozkok wiha nivisandiye;
Em çi dixwazin?
Hema çi dibe bila bibe. Pevçûn?
An þer?
Ev þerê ku 24 sal in em
dimeþînin dê heta kengê berdewam bike?
Ev sedan sal in ku em bi vî gelî
re dijîn. Ku me jê re goti ye “kurd” û ew bûne
hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê çi zirarê dide
me?
Sistemeke Federalî an Eyaletî
dixwazin ?
Kenan Evren jî ev tiþt xwest çi
zirara guftûgokirina wê heye?
Belkî kurd tirkan, belkî jî
tirk kurdan qane bikin.
Weke min hûn jî þaþo maþo
bûn ne wisa? Lê tevî hertiþtî mala wî
ava ku rojek be jî dev ji nijadperestiyê berdaye û
guh daye dengê çareseriyê.
Hevpeyivîna Radîkalê;
Sebgetullah Seydaoglu: Divê dev
ji tirsên xwe berdin, rastiya kurdan bê naskirin.
Abdurahman Kurt (Parlementerê
AKP) Gelê kurd dixwaze rast bê fêmkirin. Mînak
qedexekirina zimanê zikmakî ne wijdan, ne mirovahî,
ne mantiq, ne jî ol qebûl dike.
Nurettîn Yilmaz: Divê
dewlet dev ji polîtika red û asîmilasyonê
berde . Divê bi DTP’ê re diyalogê bide
destpêkirin. Ji bo yên li çiyan tevli civakê
bibin, zagon derkevin.
Haþim Haþimî: Divê bi
lezginî efûyek giþtî derbikeve. Gelek aliyên
vê pirsgirêkê hene; aliyê siyasî, aliyê
aborî, aliyê çandî…
Ahmet Turk: Xweseriya Demokratik û
ji mafên çandî re mîsogerî, dikare vê
pirsgirêkê çareser bike.
Þukru Gulmuþ: Kurd û istanê
weke goþt û neynûkê ne. Ku kurd hebe dê
istan jî heye.
Recep Maraþli: Divê Parlementoya
Tirkiyeyê “Kurdan weke netewe qebûl bike û mafên
wan ên ji netewetiyê tên nas bike.
Îbrahîm Guçlu:
Çareseri di federesyonê de ye.
Umît Firat : Divê kurdî
di dibistanan de fermî bêtê xwendin û efûyek
giþtî derbikeve.
Sertaç Bucak (Serokê
HAK-PAR’ê): Divê PKK çekan dayne û riyeke
fedaratîf bê dîtin.
Sezgîn Tanrikulu (Serokê
Baroya Amedê): Divê weþanên kurdî serbest
bin û zimanê zikmakî fermî be.
Tarik Ziya Ekîncî: Divê
sîstemek ji eyaletan pêk tê çêbe û
rêvebirî xwecihî be (yerinden yönetim)
Þerafettîn Elçî (
Serokê KADEP’ê): Divê Makezagonek nû bê
çêkirin û kurd bi zelalî di vê
makezagonê de xwe bibînin. Divê dewlet dev ji vê
asîmilasyona ku ziman û çanda kurdan ji holê
radike berde.
Kemal Burkay: Divê mafê
kurdan yê netewebûnê (Self-determinasyon) bê
naskirin.
Fatma Kurtulan (Parlemantera DTP’ê):
Divê berê xwîn neyê rijandin.
Murat Bozlak: Divê ziman û
nasnameya kurdan bê naskirin.
Seydî Firat (Berdevkê
Meclisa Aþtiyê): Divê PKK li devreyî diyalogê
neyê hiþtin
Min tenê gotinên rewþenbîr
û siyasetmedarên kurd ên vê hevpeyvîne
bi kurtebirî dûbare nivisandin.
Ku em bêjin PIRSGIRÊKA
KURDISTANÊ deryayek e, behrek e; erê hemû dîtinên
li jor weke, robarekî, çemekî, mesîlekê
û cokekê tevlî wê behrê dibin. Lê
ku armanc çareseriya pirsgirêka gelê kurd be divê
herkes bêtir fedekariyê bike. Dema em li wan dîtinên
jorîn dinihêrin wekî me got di nav wan de
hevbeþiyek hebe jî her dîtinekê bi xwe re
siyaseteke cihê jî afirandiye û hîn jî
diafirîne. Lê rastiyek din jî heye tevî wan
hemû dîtinan disa gelê kurd wekî di bûyera
Yahya Menekþe de hate dîtin, her roj di bin tang û topan
de tên perçiqandin. Weke Operasyona Zapê balafir
bi ser serê gelê kurd de bombeyan berdidin. Tevî 20
milyon gelhejmariyê hîn bi hevokekê jî di
peyman û zagonên dinê de nayên naskirin.
Di jiyanê dengên weke
koroyê, ji yên yekdengî zêdetir derdikevin.
Lê yekdengên wisa jî hene ku deh koro li piþt wan
jê re hevdengiyê dikin. Ji ber wê ye ku ji bo
çareseriya Pirsgirêka Kurdistanê divê em
dengên li dervêyî Koroya Neteweyî mane bi
awayekî terbiye bikin û wan jî tevlî koroyê
bikin.
Navê vê koroyê
Konferansa Neteweyî ye. Beyî yek ji yên din re
çêran bike ji bo çareseriyê hemû kes,
rewþenbîr, oldar, siyasetmedar û partî dikarin di
bin banê vê konferansê de bêne ba hev û
hemû çok, av û robarên xwe bikin yek.. Û
bêjin daxwazên gelê kurd: 1-Ev e, 2- Ev e 20- Ev e.
Heta ku em azad bin…
Ez 8 Adarê li hemû jinên
kedkar û fedakar pîroz dikim!
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 09-03-2008 08:02. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 14 time. You can leave a comment.
Last update on 09-03-2008 08:02 Views: 197
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 197