• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Good bye lehengê herî xweþik
Good bye lehengê herî xweþik Binivîse E-posta
 
Dibêjin Çiya miriye li çiyê

Dibêjin Xelîlê Rûnerm miriye, Mala minê

Dibêjin Morîka me ya li ser riya kabê miriye.


Çiya dibêje:

“Gelek egerên meþa min a bakurê

Kurdistanê hene.

A yekemîn wekî ku hemû gerîla jî dizanin ez ê belgefilmê meþa gerilayên ku ji Botanê dest pê dike û li Çiyayê Agirî bi dawî dibe, bikiþînim.

Heta niha tu kesî, tu kamerayê filmekî wiha nekiþandiye.

Ji niha de qedandina belgefîlmê ku min navê wî “Yên dimeþin Agiriyê” daniye kelecanê dide min.

Ez bi guman im ku ez ê li vê cografyaya ku þerekî bê eman lê dimeþe vî filmî biqedînim.

Qet nebe ez ê wekî moriya ku di riya Kabê de dimire bimirim.


Armanca min a duyemîn jî ev e.

Ez dixwazim di nava þer de bim. Emrê xwe yê mayî li Bakur derbas bikim.

Ku tiþtek ji min neyê jî qet nebe ez ê di þopa gerîlayan de bimeþim.

Armanca min a herî kûr jî.

Nûbûn e.

Xwenûkirin e.

Min tenê bedena xwe anî van çiyayan. Lê wan gelek tiþt dan min.

Min mirovên ku evîna xwe bi welatê xwe re kirin yek û di pêþiya þer de yên bazdan nas kirin.

Min li van çiyan îxanet nas kir.

Ku ez hatime çiyê divê ez çiyayî bim.

Ku ez bûme gerîla ez ê wekî gerîlayan bijîm

Ne li qeraxê

Li koþê

Divê ez tam di nava þer de bim.

Di nava çiyê de, êþê de, zoriyê û hezkirinê de.

Ne li kêleka wan, tam li navê

Li van çiyan:

Ku jiyan hebe divê wisa be.

Ku mirin hebe divê wisa be”

Halîl Uysal (Dag) wekî dibêje jiya.

Wekî dixwaze mir.

Û li dû xwe barekî gelekî giran hiþt.

Ne li qeraxê

Ne li koþê

Bizotek xiste tam nava dilê me.

Û ber bi meþa xwe ya bêdawî ve meþiya.

Oxir be Gerîlayê Romantîk

Good bye lehengê herî xweþik.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


09-04-2008 10:08 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 09-04-2008 10:08. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment. Last update on 09-04-2008 10:08
Views: 125    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;