Hefteyek berê me encama dozê
di vî quncikî de diyar kir; ‘Wê AKP bê
girtin’.
Belê wê AKP bê
girtin.
Li gorî dozgeran diviyabû
AKP bê girtin.
Em kurd bi AKP û polîtîkayên
wê demeke dirêj xapiyan.
Ji destpêkê heta
hilbijartinên 22’yê tîrmehê me AKP wekî
partiyeke muxalîfa sîstemê dît û ne
rasterast be jî, bi awayekî endîrekt me alîkariya
AKP’ê kir.
Baþ tê bîra min wekî
Serokê AKP’a Diyarbekirê Abdurahman Kurt ji aliyê
rêveberekî DTP’ê ve ji bo hemû binesazî
û vekirinên þaredariyan dihate vexwendin.
Li ser axaftina Erdogan a Amedê,
ji salekê zêdetir me belasebeb li nav beyarên
demokrasiya Erdogan a derewîn hêvî ajotin.
Di encamê de:
AKP û serokê wê bûn
bela serê me.
Hemû gotinên Erdogan ên
li Amedê bi ava heram a bexçeyên Hewselê re
çûn.
Tiþtên heta niha tu faþîstekê
nekiribûn wî dan kirin.
Di bûyerên 28’ê
Adarê de fermana mirina jin, zarok, kal û pîrên
me da.
Tiþtên heta niha tu faþîstekî
negotibûn wî got:
“Ger hûn nefikirin Pirsgirêka
Kurd tune ye.”
Bi dirûþmeya “Yek al, yek
ziman, yek dewlet” yeko yeko li me heqaret kir.
Tevî ku yên weke Devlet
Bahçelî meþruiyet û rewabûna gelê
kurd qebûl kir û bi destê wekîlên kurd
girt.
Erdogan li kerê þeytan siwar bû
û got:
“Heta hûn ji birayê xwe
re nebêjin ‘terorîst’ ez bi destê we nagirim”.
Ji sedî 47 deng têra wî
nekirin.
Çav berdan þaredariyên
kurdan.
Bi wê nesekinî ji bo ku
doza Gelê Kurd heta heta tune bibe,
Operasyona herî bêbav da
destpêkirin.
Mirovên ku me meqes dan destê
wan û qurdeleyên me dibirîn,
Bi heman destê xwe fermana
kuþtina me jî îmze kirin.
Ew wekîlên ku li Amedê
bi qasî deh tûrên alîkariya ku ew belav dikin
paste û þîraniyên me xwarin rabûn gotin:
‘Hemû bûyerên
Newrozê ji ber DTP’ê derketine.’
De binê van hemû kirinan
xêzeke mezin bikiþînin û encamê bixwînin;
AKP (Partiya Neyartiya Gelê
Kurd)AKP (Partiya Neyartiya Gelê Kurd)
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 02-04-2008 09:00. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 02-04-2008 09:00 Views: 118
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 118