“Welatê xweda û
xwedawendan Mezopotamya û Þaristaniya Mezopotamyayê di
bin talûkeya þer de ye.
Ji bo mirovatî 15 hezar salan her
tiþtî biafirîne, piþtre bikeve rewþa herî neçar!
Herema xweda û xwedawendên destpêkê be û
hemû mezinahiyan biafirîne û piþtre bibe koleyê
hemûyan! Ji bo hemû mirovahiyê dezgehên
têrbûnê biafirîne, piþtre birçî
bimîne! Li her derê avahiyan çêke û
bila mirovahî tê de bistre û bila welatekî tu
tê de bistrî tunebe! Ji bo her kesî mûmik be,
bi xwe di tarîtiyê de be! Ji bo her kesî zanist û
teknîkê pêþ bixe, piþtre yê herî
cahil û nezan bimîne! Bi van nirxan mezin be û
piþtre kinik (cûce) bimîne! Erê ev navê
þaristaniya Mezopotamya û Dîroka Þaristaniya
Mezopotamya xembar e.*”
Bi gotineke din navê dîroka
kurd û Kurdistanê ye.
Mirov pê diêþe
Ev çend roj in ez pirtûka
“Dîroka Nêzîk a Tirkiyeyê” dixwînim.
Nivîskar dîroka nêz a komarê ji 1908, ji
Meþrutiyeta Duyemîn dide destpêkirin. Þerê di
nava Îtihat Terakî (ÎT) û padîþahiya
Osmanî de, dek û dolabên ÎT’ê, hema
bêje roj bi roj nivisandiye.
Hûnê bêjin em vana
dizanin ka bêje tu bi çi diêþî?
Tiþtê ku min diêþîne
ev e;
Em dîroka Osmaniyan, dîroka
Komara Tirkiyeyê weke navê xwe dizanin.
Sal bi sal (Îlankirina
Meþrûtiyeta Duyemîn)
Meh bi meh (Bûyera 31’ê
Adarê)
Roj bi roj ( 19’ê gulana
1919’ê)
Saet bi saet (katjimêr 9:05
Ataturk miriye)
Tevî hemû kite kitan.
Katerîne weke amoja me Mehmet Paþayê Baltaci weke apê
me, nas tê. Lê ji me, ji dîroka me çi tê
nasîn?
Çi ma ye di bîra me de ?
Valahiyek, valahiyeke mezin…
Tiþtên têne zanîn jî
biþik, biguman û þolî.
Minak di sala 1908’an de kurdan çi
kiriye? Di bihara 1908’an de, di 1909’an de, di payiza wê
de, di 1918’an de, di Peymana Sewrê de, di Lozanê de,
di avakirina komarê de, di Meclîsa Avakar de, Di
serhildana Þêx Seid de, di 1930’an de, di 1940’an de, di
1960’an de… , dîrokek bêxwedî!..
Tiþtên herî baþ tên
zanîn û hemû kurd jî pê bawer dikin
tenê þikestin, têkçûn, sêdar û
gotinên dawiyê yên li ber sê darê ne.
Wekî din her tiþt xumam, her tiþt tarî ye.
Xwendevanekî min dibêje em
ê bi çi bawer bikin Mamoste? Min bersivek wiha da: “Kekê
mino! Dîroka me hîn jî bi destê neyarên
me tê nivisandin. Em bi Dêlika Asenaya ku pêþengiya
gelê tirk kiriye û derxistine felatê, bi Hazarfenê
ku ji Qûlaya Galatayê firiyayî, ji hemû þerên
ku tim leþkerê tirk hindik in û di þer de bi ser
ketine, bawer dikin, lê ji Kawayê Hesinkar, Med û
Medya û ji hemû pêþketinanên dîroka
kurdan bawer nakin, ji me re þaþ dixuyê. Gelo ev ne dubendî
ye?
Belê ev dubendî ye.
Divê em rojekê ji roja din
pêþtir bi destê xwe dîroka xwe binivîsînin,
bi rastiyên gelê xwe bineqiþînin û pêbawer
bikin.
Bila ne tenê gotinên dawiyê
yên li ber sê darê, bila lehengiya bav û kalê
me jî tê de bê nivisandin.
“Ji Parastina Gelekî”
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 17-02-2008 08:49. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment.
Last update on 17-02-2008 08:49 Views: 279
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 279