Salih (gerîla) weke kurê
min min hembêz dike. Ez jî wî.
Em li erebeya þofêrê
dînoke siwar dibin.
Destê xwe li ba dikin.
Her der berf e, her der sipî.
Em wan li wir dihêlin.
Em diçin, ew dimînin.
Her der berf e, her der sipî.
Ez bi keder im.
Ez dizanim di bin her uniformayekî
de mirovek heye. Yên ku ji hev re dibêjin “dijmin” jî
mirov in.
Têgihîþtina “neyar” jî
mirovek e û zor e.
Min li wî xaniyê gund tenê
PKK’î li dû xwe nehiþtin; Min ew mirovê ku em di
heman odeyê de razan, me ken û laqirdî kirin,
mirovên ku me henek pê re kirin jî hiþtin.
Min “Salih”, “Bozan”, “Mizgîn”,
“Jiyan” “Roj” û “Adem” hiþtin.
Ku careke din operasyonek bibe ezê
bi tirs û xof li encamên wê binêrim.
Bi gumana ku naskiriyekî min jî
tê de heye an na.
Çiya berf û dûman
e…”
Ev gotinên jor giþ ên
nivîskarê Rojnameya Tarafê Ahmet Altan in.
Bi hestiyariyek gelek balkêþ
nivisandiye.
Niha disa her der berf e, sipî
ye,
Cih; Bingol, geliyê Cehenemê.
Deh mirov hemû naskiryên vî
gelî ne.
Û bi kêmanî deh hezar
malbat her roj bitirs, bi guman, li nûçeyan temaþe
dikin.
Ne tenê naskiriyên wan in,
perçeyekî cegera wan, hevalên þevên wan ên
reþ, hevparên xewnên wan ên herî xweþ jî
dibe ku di nav wan deh lehengan de bin.
Nav çi dibe bila be…
Bi salan e hemû kurdan parçeyekî
canê xwe þandine neçira azadiyê, perçeyekî
dilê wan bi destê neçirvanên mirinê
têne kuþtin.
Ez jî bi keder im.
Em jî wan wekî wekî
kurên xwe hembêz dikin.
Nav çi dibe bila bibe...
Yên birîndar…
Yên malikwêran,
Yan ez,
Yan tu,
Yan ew e
Her der berf e, her der sipî...
Ez bi keder im
Ji bo ku em van ciwanên vî
welatî bidin jiyîn ji derveyî xembariyê divê
riyeke din jî hebe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 06-02-2008 07:48. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 24 time. You can leave a comment.
Last update on 06-02-2008 07:48 Views: 354
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 354