Hebû, nebû! Artêþek
gelek mezin hebû, bi milyonan leþkerên wê, balafir
û helîkopterên wê, tank û topên
wê, berbaz û serbaz, general û serfermandarên
wê hebûn. Wê artêþê gelê ku
hezar sal in li ser vê axê dijîn weke mihan weke
pezê sor didît.
Her roj gef li ser gefan dixwarin.
Çîrokên mirinê diristin ji agir. Rojekê
pir çûn hindik çûn, dûr çûn
nêzîk çûn li derekê þeytan (Amerîka)
ew tûj kirin. Got: “Herin li çiyayên ku Îskender
jî nikaribû zeft bike neçira parazvanên
azadiyê bikin” Ew jî 21’ê Sibatê bi 10
hezaran leþkeran çûn welatê agir û rojê
û 8 roj þûn de gelek þikestî, fedîkirî
û þerpeze vegeriyan warên xwe.
Ku kîjan wêjevan,
çîroknivîs an romanivîs bi paragrafeke wisa
dest pê bike neçare navê vê çîrokê
“têkçûn” dane.
Navê çîroka
dagirkeriya Hikûmata AKP’ê û artêþê
jî têkçûn e. Weke raya giþtî dizane,
wê Geliyê Zapê zeft bikirina, wê çemço
cihê ku Apê Hus leþkerên dîlketî
teslîm kiribûn wêran bikirana, ku ev pêk hat
bi dorê dê Metina, û Xakurk bidesxistana.
Û beþa dawiyê ya çîrokê.
“Li benda me be Qendîl” çi keramete nizanim lê
Qendîl wê demê jî niha jî li benda wan
e. Bi zimanê wan “ne arayan var ne soran” (ne kes heye, ne
kûs). Li gorê Mehmet Alî Birand leþkeran Zap zeft
kiribûn, ketibûn ser riya Qendîlê, digidah
digidah ber bi qendîlê ve dimeþiyan.
Encam
24’an 120 leþker hatin kuþtin.
Artêþ bi awayekî ku di serî de serokwezîr tu
kesî jê fêm nekir, gelek þermok vegeriyan. Niha
rexne li ser rexneyan tê kirin. Herkes hesab ji yên din
dipirse. Lê Serfermandar dibêje ku “Ez ji we re nabêjim
maqûl bin, hebkî bi însaf bin” û bêhemdî
þîfreya têkçûnê aþkera dike;
Buyukanit li ser rexneyan wiha dibêje “Ji me re dibêjin
zû vegeriyane. Hemû berpirsiyariya vegerê ya min e.
Lê yên ku dibêjin zû vegeriyane, heke mêr
in bila herin 24 saetan li wê derê bisekinin”*
Belê þifreya vegerê ev e.
Mirov nikarekere 24 seatan li wê rê bisekine. Her zinarek
darek dibe hayaletek û bi ser mirov de tê. Berf dibare
qama mirov derbas dike. Mij xwe bera erdê dide, çav
çavan nabîne. Mirin li wê derê zêrê
zer e.
Û di dawiyê de ROJ bi hemû
bedewiya xwe derdikeve. Zap weke berê azad û delodîn
diherike, berf û tirsa dilê gelê kurd bi berfa serê
çiyayê Gare, Metîna û Xarukê re
dihele, destanên azadiyê nû têne afirandin li
çar parçeyan.
Bi kurdewarî, sê caran
çavên we radimûsim, parazvanên ROJa me.
*Ji hevpeyivîna Sedat Ergin a
Milliyetê.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 02-03-2008 09:19. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 02-03-2008 09:19 Views: 301
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 301