• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Banga aþtiyê
Banga aþtiyê Binivîse E-posta
 

Banga aþtiyê ya ku Ahmet Turk, Osman Baydemir, Sertaç Bucak, Þerafettin Elçi, Feridun Yazar dikin bi gelek aliyên xwe daxwazên nû dihewîne di hundirê xwe de.

A herî girîng nehatiye nivîsandin lê tê dîtin yekitiya kurdan e.

Belê tiþtê herî girîng ev e.

Yekitiya Gelê Kurd.

Hemû siyasetmedarên kurd têne ba hev û hem ji bo gelê kurd, hem ji bo gelê tirk û hem jî ji bo gelên cihanê banga çareseriya Pirsgirêka Kurdistanê dikin.

Weke di bangawaziyê de hatiye nivisandin:

“Hemû mafê gelê kurd yên ji Milet bûnê tên hatine binpê kirin.

Bi kurdî perwerdehî qedexe ye,

Çand û ziman li ber asîmilasyona tund heroj dihele,

Navê gundan û yên zarokên kurdan yên kurdî hîn qedexe ne.

Li Kurdistanê þerekî bêeman berdewam dike.

Xweza bixwe jî bûye qurbana þer,

Û daxwaza efuyek giþtî, piþtî efuyê daxwaza çek danîna PKK yê”.

Bi giþtî ev daxwaz di bangê de hene.

Belê min bi kêfxweþî ev bang îmze kir.

Û piraniya rewþenbîr û nivîskar û xwedî erkên, vê bangawaziyê îmze bikin.

Du xalên din ê vê bangawaziyê yên din jî hene.

Yek heta niha em di hundirê Tirkiyeyê de li çareseriyê digeriyan. Pirsgirêk, pirsgirêka vê axê bû. Lê di vê bangawaziyê de tê dîtin. Bang li Yekitiya Ewropayê, Amerikayê, kesên wek Tony Blair û Ahtesarî tê kirin. Ev jî dide xuya kirin ku hêviya gelê kurd ji komara Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka tirk nemaye. Lewre bangek navneteweyî tê kirin.

Dema bangawaziyên wiha dihate kirin weke min di nivîsa borî de jî nivisand “me berê xwe dida nivîskar û rewþenbîrê tirk” ev bang ne wisa ye hem bi ruhê xwe hem bi daxwazê xwe kurdewar e. Çareseriya demokratîk jî tê xwestin, Federasyon û otonomî jî.

Belkî îro zûye lê tiþtek kêm maye. Ev bang di nava sînorên Tirkiyeyê de tê kirin. Divê li hemû kurdên cîhanê bihatana kirin. Û din nav pêþengên vê bangê de, Talabanî, Barzanî û hemû kurdên parçeyê welatên din jî dijîn hebûna. Ji ber wê ez nabêjim pirsgirêka kurd.

Pirsgirêk pirsgirêka Kurdistanê û hemû kurdan e.

Hem li Bakur,

Hem li Baþûr,

Hem li Rojhilat,

Hem li Rojava.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


27-04-2008 08:42 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 27-04-2008 08:42. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 27-04-2008 08:42
Views: 84    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;