• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Žemī
17
gulan
Mal arrow Mem Mīrxan arrow 3. Konferansa Rźveberiyźn Heremī
3. Konferansa Rźveberiyźn Heremī Binivīse E-posta
 
Belediyevaniya Kurdan ji Mehdî Zana, Edip Solmaz dest pê dike û bi Žaredariyên HADEPê re derbasî qonaxek din dibe. Navê vê konaxê “ emê xwe û bajarê xwe bixwe birêbebibin” e. Qonaxa duyemin qonaxa “ Žaredariyên demokratîk û ekolojîk”, ya sêyemîn em ji çapemeniyê hîn dibin ku navê wek “ Rêvebiriyên Heremiyên Azad”

Diroka bedediyan li gor hinek lêkolînan digihê bajarên sîteyan yê Atînayê, li gor hinek lêkolîna jî ( ku min, Weysî Ayus û Żhsan Yuce 2003 de lêkolînek dûr û dirêj ‘25 rupel’çêkir û weke rêzenivîs di Ozgur Gundemê de hate wežandin) destpêka žaredariyan Mezopotamya ye. Ji ber ku yekemîn bajar li Mezopotamyayê hatine çêkirin û weke belediye birêvebirin jî yekem car bajar li vir hatine birêvebirin. Vê dîtina me hem Ružen Kelež ku pîsoprê rêvebiriyên heremiye hem jî hinek wežanên Wezareta Karê hundir bixwe jî destek dikin.

Lê tevî ku diroka žaredariyan li Mezopotamyayê dest pêdike di berdewamiya serdeman de em ne ne ewqas serketî û xwedî dîrokek bi kok in.

Li hêla din li Rojava bi žoreža enditriyê re bajar û bajarvanî pêžketiye. Hîmên bingehînên belediyan yên herî girîng bi destê Ewropayîyan hatine danîn. Žaredari, Meclis, meclîsên bajaran, Meclîsên Hereman ku DTP di belgeya xwe ya siyasetê de wê wek Xweseriya Demokratik binav dike sedan salin li ewropa tên bikaranîn. Û karên niha serê me diêžînin 50 sal 100 sal berê hatine çareserkirin.


3.Konferansa Rêvebiriyên Heremî

Dema em li pêžnûmeya vê konferansê dinihêrin weke žaredarî me ji nûve kifž kiribin dixwe ye. Heta weke ku tecrubeyên 9 salan, weke zagon û rêgezên žaredariyê, weke biserketîbûna sedan modelên žaredariyên dunê tunebin modelek ku tižtek jê nayê (tije gengežî) fêmkirin tê pêžniyar kirin.

Žaredarî

Ku mirov herî kurt bêje žaredarî= Xizmet e. Ewqas. Xizmeta gel.


‘’Endam tevî meclisa žaredariyê dibin’

Di nav meclisê de meclîsek din tu car nabe. Wê îrada gel li ku bimîne. Ji xwe di model û kanûna heyî birêvebirina meclîsê de gel dikare weke mîvan hemû cîvênên meclîsê bižopîne. Ev xalek girînga revebiriya cigehî û demokrasîya hevpar re jî.Çawa kesên ku tu berbirsiyarî wî tunebe, bi avayekî fermî were daxîlî biryaran bibe? ev kaos bixwe ye.

Hev serokatî li žaredariyan jî nayê!

Žaredarî cihên xweser in. Piranî Belediye bi behre(yetenek) û serketina serokê žaredariyê bixwe, bi kadro û ekîbêk xurt serkeftî dibin. Wek sembol têgotin Žaredartiya Edip Solmaz. Žaredar, yanê Reisê Belediyê, yanê Žehremînî sembol e. Ji holê rakirina vê sembolê tenê wê žolîbûnekê bi xwe re bîne.

Kota

Kota hem di hilbijartina žaredariyan de hem jî di hilbijartina endamên meclîsê de hebe baž e. Tevlîbûn a jinê pêžbirina azadi û demokrasiyê ye.


Koordînasyona Nava Žaredariyan

Xalekî dine ku ez tevlî wê dibin koordînasyona nava žaredariyane. Dema mirov li 9 salên borî dinihêre bi hêsanî tê dîtin ku di nava žaredariyên kurdan de tu koordînasyonek tuneye.

Minak, polîtîka û birêvebirana zabitayan, ya îmarê, ya paqijiyê ya personel… li tu derekê ne wek hev e. Heta di bajarekî de jî ne wek hev e.Li Amedê li hundirê surê firotina seyar qedexe ye. Li devreyî surê serbest e. Li Amedê Belediye otobosan distîne li bajarekî (li bismilê žaredariyê biryara firotina 6 otobosên taybet standiye) din belediye otobosan difirože. Žaeredariyek karkeran distîne yek karkeran bizorê teqawit dike.Belê divê koordinasyonek di nava žareariyan de hebe. Û ji navendekê jî bête birêvebirin.


An weke gelê me yê Dimilî- Zaza dibejin “ DAYÊ HAL YAMANO”


03-02-2008 08:00 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 03-02-2008 08:00. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment. Last update on 03-02-2008 13:41
Views: 381    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;