• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow 1'ê Gulanê
1'ê Gulanê Binivîse E-posta
 
Hinek roj hene ku di dîroka gelan de cihekî gelekî girîng digirin. Heta bi demê re wateyên din jî li xwe bar dikin, dibin rojên pîrozwer û dibin rojên serhildanê.

Car caran ew roj û bandora wan sînoran derbas dikin û dibin navneteweyî.

Newroz rojeke wiha ye.

Cejna Qurbanê wiha ye.

15’ê Sibatê wiha ye.

1’ê Gulanê wiha ye.

1’ê Gulanê li hemû dinyayê tê pîrozkirin.

Ji ber ku têkoþîna ked û kedkaran li hemû dinê hîn pirsgirêka sereke ye.

Rewþa ku îro karker tê de ne ji 1880’î jî xirabtir e.

Tu sendîkavanek, tu siyasetmedarek balê nakiþîne ser vê yekê.

Wan pêþengan ji bo ku di rojê de 8 saetan biþixulin li ber xwe da.

Û bûn sembol.

Lê ku mirov bipirse gelo li Tirkiyeyê ji çendan çendê karkeran niha 8 seatan diþixulin?

Di dema desthilatiya AKP’ê de çiqas karker ji kar hatin avêtin?

Çima hemû cureyên kapîtalizma wahþî li ser karkerên kurd û tirk têne ceribandin?

Kanê sendîka?

Kanê sendîkavan?

Serokwezîr û hikûmeta AKP’ê ji kirinên xwe hêzê digirin.

Pirêza wan kirinên wan e.

Heta niha çi bi serê karkeran de anîne jê re mane.

Karmend kirin hezar parçe,

Karker piring piringî,

Yên ji kar nehatin avêtin þikuriya xwe anîn û bûn minetdarê hikûmetê.

Weke peyvên stranê, êdî karker/karmend dibêjin: “eydî hatiye ji min re çi / xwîn dadiwerive hundirê min”


Tirsa AKP’ê û þerê pîrozkirina 1’ê

Gulanê.

Bi salan e tiþtekî seyr diqewime.

1’ê Gulanê li Amedê tê qedexekirin, Newroz jî li Stenbol û bajarên din ên kurd lê dijîn.

Îsal jî ev kevneþopî neguherî. Dîsa Qada Îstasyonê li karkerên Amedê hate qedexekirin.

Qada ku hîn 20 roj berê Sendîkaya Egîtîm- Senê mîtînga herêmê lê çêkir ji bo 1’ê Gulanê hat qedexekirin.

Me got kevneþopiyek heye.

DEWLETA KÛR Û WALIYÊN BIORANTÎ li gel dixin, naxwazin gelê kurd ê li metropolan belav bûyî di Newrozan de were ba hev û yekitiya xwe xurt bike.(Minak îsal li Mêrsînê wiha bû.)

Her wiha naxwaze li Amedê jî gelê kurd û ked, gelê kurd û karker bigihîjin hev.

Wisa xuya ye ku hikûmet dê mudaxeleyî Cejna Qurbanê jî bike.

Heta dikare qanûneke wiha jî derxe.

“Jixwe gelê kurd qurbanên hemû dewletên kedxwar, dagirker û siyasetên qirêj e. Hewce nake kurd cejna qurbanê pîroz bikin.”

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


30-04-2008 09:32 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 30-04-2008 09:32. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment. Last update on 30-04-2008 09:32
Views: 75    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;