Hinek tþt hene ku dibine belgeyên
siyasî û di dîrokê de cih digirin. Rojnameya
Kurdistan, di lîteratûra siyasî de, ji bo kurdan
qonaxek e. Neynika doh îro ye. Destpêka li sergomê...
Rewþa kurdan û dijminê kurdan ya îro, datîne
ber çavan. Îro jî medya kurd, piranî li
sergomê ye.
Dijmin heman dijmin e û çerxa
zordestiya xwe bi dijwarî dizivirîne... Lê kurd ne
kurdên berê ne... Rewþa xwe di çarçoveyeke
qanûnên karîzmatîk de guhertiye û
têkoþîna xwe dike. Ev qonaxa bidestxistina destîniyê
ye. Qonaxa herî dijwar e ev. Di qonaxên wiha de gelek
lîstik çêdibin û gelek geronekên bi
teþqele derdiekvine holê. Dijmin ketiye tengasiyê... Ji
aliyekî ve bi hev du dilebikin, ji aliyê din ve bi
tevgera kurd dilebikin... Li dijî tevgera kurd jî ew ê
serî li gelek lîstikan bidin, didin jî. Yek lîstik,
her dem heye... Bikaranîna olê... Îro, ev lîstik
bi destê AKP’ê di rojevê de ye. Bi dijwarî
û berfireh dimeþînin. Terîqat û Fetullah jî
di nav de ne...
Dêhnê xwe bidin rojeva
Tirkiyeyê: Hatiye guhertin... Di dema ku rojeva Tirkiyeyê
tê guhertin mirin û kuþtin zêde dibin. Operasyon
dijwartir û berfirehtir dibin.
Desthilatdariya Tirkiyeyê û
muxalefeta Tirkiyeyê hatine hemberî hev û þerekî
dijwar dane destpêkirin.
Dema mirov li siyasetmedarên tirk
dinêre, mîna ku li Tirkiyeyê þerê navbera
tirk û kurdan nîn e, her roj 5-6-7-10 ciwan namirin. Ne
xema wan e!.. Lê naaa, armanca wan xapandin e! Ji aliyê
din ve artêþa tirk li çiyayên Kurdistanê
pîkola dagirkirina kujeriyê didomîne. Mesele ev e!
Gel, bi sazî û dezgehên
xwe, li dijî tevgera eskerî ya li herêmên
Kurdistanê derdikeve, daxuyaniyan dide, meþan li dar dixe...
Kes dengê wan nabihîze...
Ev tþtekî tîne bîra
mirov: Bi guhertina rojevê re, kurdan bixapînin, ji
bûwara hev bixin û coþa serîhildanên kurd
bitefînin. Armanc, xapandin e.
Pêwîst e kurd neyên
xapandin û lîstikan bibînin.
Pþtî 110 salan medya li sergomê
ku tenê hejmarên rojnameya Kurdistan weke belge ji
arþîvên me re mane, medya kurd îro arþîvan
çêdike û gelê kurd di aliyê siyasî
û lîstikên siyasî de þiyar dike. Berî
110 salan yek rewþenbîrê kurd, gav avêt û bi
derfetên kesayetiya xwe rojnameya Kurdistan derxist, îro
tevgera siyasî ya kurd dest avêtiye medya û bi
dehan sazî û dezgehên ragihandinê ava kirine.
Rojnamevanên kurd jî, bi
profesyonelî karên xwe dikin. Lewra dibêjim; Medya
kurd jî, pêwîst e li hemberî lîstikên
dijmin þiyar be û rol û mîsyona xwe ya ragihandin
û þiyarkirinê bilîze û bîne cih.
Þovenîzma tirk, ketiye nava
lîstikên kevnare û dixwaze careke din gelê
kurd di gorên betonî de “metfûn” bike. Ev jî
dide xuya kirin ku, zihniyeta berî 110 salan a dijminê
kurdan ne hatiye guhertin. Lê kurd hatine guhertin û xwe
jî, dijminên xwe jî baþ nas kirine.
Berî 110 salan, rojnameya
Kurdistan dema li Qahireyê derket, nikarîbû bigihe
destê gelê kurd. Pþtî 110 salan, rojname û
telewizyonên kurd di mala her kurdî de ne.
Tevgera siyasî ya kurd, nûnertiya
gel dike.
Rewþenbîriya kurd, “qels” jî
be pêþengiya gel dike...
Di þerê gotinê de, di þerê
edebî de, nivîsên balkêþ têne
nivîsandin, pirtûk derdikevin û li nava gel bêla
dibin. Teknolojî, bi qasî dijmin di xizmeta gelê
kurd de ye.
Hþmendiya lîdertiya karîzmetik
a gelê kurd jî, bêhtir ji her demê, îro,
rê û þivîleyan destnîþan dike... Ya girîng,
gerilayên kurd, bêhtir ji her demê bi hêz in
û wek mîtosa qanûnî ya karîzmetîk,
li cografya Kurdistanê ne.
Ev xelekên hêzan e...
Dema ku van xelekan hev du temam kirin,
gihîþtina armancê û bidestxistina encama erênî
mîmkûn e... Lê di rewþa îroyîn de, ku
pirsgirêka kurd ketiye rojevê û gav bi gav ber bi
nîqaþê diçe, dengên cuda û balkêþ
bilind dibin.
Pir balkêþ e, kes û
derdorên ku dengê xwe bilind dikin, tesfiye û
têkbirina PKK’ê dixwazin. Gelo çima?
Eger kurd gihabin qonaxa îroyîn,
bi saya PKK’ê ye, eger pirsgirêka kurd ketibe rojeva
cîhanê, bi saya PKK’ê ye... Gelo berteref kirina
PKK’ê tê çi wateyê?
Careke din dixwazin ku gelê kurd,
bê xwedî, sewî û bê kesûkûs
bihêlin? Kurdan bînin hemberî hev, ji hev parçe
bikin. Çareserî bê PKK çênabe...
Di roja damezrandina medya kurdî
de, yanî pþtî 110 salan, êdî kurd jî
bi xwe jî, bi dijmin û lîstikên dijmin jî
hesiyan e, xwe jî nas dikin û dijmin jî nas dikin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 24-04-2008 08:51. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment.
Last update on 24-04-2008 08:51 Views: 99
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 99