• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Ziman Binivîse E-posta
 

Me gelek caran der heqê ziman de nivîsand. Ez naxwazim îro bi kûrayî li ser ziman bisekinim. Ev nivîsa me dê tenê li ser zimanê nivîskî û yê axaftinê be. Di destpêkê de divê em bizanibin ku zimanê axaftin û yê nivîskî çi ne? Heta em van her du pirsan bi awayekî baþ zelal nekin, em nikarin bersiva gelek pirsên din yên der barê zimên jî bidin hev û din.

Zimanê ku em rojane bi kar tînin zimanê axaftinê ye û her malbat û her herêm li gorî xwe bi lêv dike. Em dikarin gelek cudahiyan di navbera gotin û hevok saziyên van malbat û kesan de bibînin. Lê dîsa jî hemû gotinên wan tên fêmkirin. Bi gelek devok û zaravayên ku li derdora me tên axaftin, di zimanê kurdî de ji bo vê yekê mînakeke zindî ye. Ne tenê kurdî, gelek zimanên din ên ku li cîhanê bi axaftinê hebûna xwe didomînin jî hene. Bi axaftinê ziman zêde bi pêþ nakeve û di nav sed salekê de heke têkiliya kesên ku wî zimanî bi kar tînin zêde xurt nebe, ew ziman ê hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve biçe. Ev rastiyeke jiyanê ye û bi vî rengî gelek ziman jî ji holê rabûne û winda bûne. Gava ku zimanek bikeve bin bandora zimanekî din êdî ji windabûna wî re tu çare nayê dîtin. Çareya vê yekê tên ev e; heke zimanekî nivîskî hebe, ew berhemên ku hatine nivîsîn dê ji nifþên din re bimînin û ew ziman jî dê bi sedan û hezaran salan bijî.

Gelo rewþa kurdî ya îroyîn çi ye? Li ser vê mijarê jî her roj gelek nîqaþ tên kirin. Asîmîlasyon û oto asîmîlasyonê bandoreke neyînî li ser zimanê kurdî hiþtiye û hê jî dihêle. Ji bo ku em rê li ber vê piþaftinê bigirin, xwedîtiyeke gelekî xurt divê hebe. Ew jî di destê me de ye. Ku em hem bi axaftinê, hem jî bi xwendin û nivîsandinê li vî zimanî xwedî derbikevin tu pirsgirêk namînin.

Zimannas ji bo zimanekî zindî û domdar, bandora zimanê nivîskî her tim derdixin pêþ. Wekî ku me li jor jî anî ziman; tenê bi axaftinê be, ew ziman hêdî hêdî winda dibin. Riya jiyîn û hebûna zimanan bi zimanê nivîskî bi pêþ ve diçe. Di heman demê de divê ev ziman bibe zimanê perwerdehiyê jî. Heta zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, tu qîmeta wî nîn e û nikare bi pêþ ve jî biçe. Bi zimanê nivîskî hûn dikarin rê û rêbazên zimanê xwe bigihîjînin nifþên din. Bi axaftinê heta demekê ziman dikarin rê û rêbazên xwe biparêzin. Lê tiþta ku di vî warî de em bala xwe bidinê, ew jî di nivîsandinê de ji aliyê rêzimaniyê ve rêbazeke yek girtî ye. Heke her kes li gor devoka herêma xwe rêzimaniyê bi kar bîne û binivîse, wê gavê kesên ku dixwazin wî zimanî fêr bibin nikarin bi awayekî rihet fêr bibin. Gava ku ew li nivîsekê binêrin, an jî nivîsekê bixwînin, ew ê hin rê û rêbazên zimên li wê derê bibînin û hîn bibin. Careke din ew ê heman tiþtî di nivîseke din de bi awayekî din bibînin, vê gavê dê du bendiyek derbikeve holê. Gelo kîjan rêbaz rast e, kîjan þaþ e? Em rastî yan jî þaþîtiya rêbazê bidin aliyekî, kesên ku wî zimanî hîn dibin jî dê bi giraniya zimên re rû bi rû bimînin û dev ji hînbûna zimên berdin.

Heta berî çend salan jî zêde kesan xwendin û nivîsandina zimanê kurdî nizanîbûn. Lê îro ev derfet hene û her kes dikare berhemên ku bi kurdî hatine nivîsîn bi dest bixe û bixwîne. Ji van berheman a herî bi bandor Rojnameya rojane, Azadiya Welat e. Xwendevanên ku wê dixwînin gelek caran giliyên xwe di warê rêzimaniyê de dikin û dibêjin: “Carina em di hin hevokên hin nivîskaran de dikevin tengasiyê. Ev zehmetî bi giþtî di warê rêzimaniyê de ne û em pê aciz dibin.” Ji bo vê jî, her kes nivîsên nivîskarên ji herêma xwe dixwîne. Hinek xwendevan ji nivîsên filan kesê/î, hinek jî ji yên bêvan kesê/î hez dikin û dixwînin. Dibe ku ev yek tiþtekî xwezayî be, lê di zimanekî ku tê xwestin bibe zimanê perwerdehiyê de peyv çi qas zêde bin û tiþt li gor herêman bên binavkirin ew ziman ew qas dewlemend e, lê cudahiyên ku di rêzimaniyê de derbikevin pêþberî xwendevan û xwendekaran ew kêmasiyek e û ew ê her tim bibe sedema nîqaþan. Ji ber vê sedemê, ku hemû nivîskar bi rêzimaniyeke hevgirtî binivîsin, tu nîqaþ jî dê neyên kirin. Li hemû welatan û di hemû zimanan de li ser mijara standardkirina zimên gelek xebat tên kirin. Gelek zimannas jî van xebatan wekî xebatên derengmayî bi nav dikin. Ji ber ku bi salane di zimanê me de jî þaþîtiyên di warê rêzimaniyê de bi cih bûne, em dikarin di demeke kurt de biavêjin û li ser standardkirina zimanê xwe bixebitin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

14-11-2007 08:04 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 14-11-2007 08:04. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 35 time. You can leave a comment. Last update on 14-11-2007 08:04
Views: 566    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;