Belê, dîsa beriya demeke
kurt teþebuseke xwekuþtinê pêk hat. Vê gavê
zarokeke 12 salî xwest ku xwe bikuje. Keça 12 salî
diçe dibistanê û heta roja îroyîn jî
xwendekareke gelekî serkeftî bûye. Gava ku ev bûyer
ji min re gotin bi rastî ava sar bi canê min de hat,
xwîna min cemidî. Çawa zarokek dikare tiþtekî
wisa bifikire? Divê hiþ û mêjiyê wê
tim û tim li ser lîstikên bi heval û hogirên
xwe re bûya, ne wisa? Gelo çi tiþtî ew anîbû
vê astê?
Bi agahîdayina hevalekê em
bi vê bûyerê hesiyan û ketin nava riyên
alîkarî û çareseriyê. Ev 2 sal in ku
ev keçik ji aliyê kesên li malbatê ve rastî
þîdetê hatiye. Her roj birayên wê li wê
xistine, malbatê jî ev yek wekî tiþtekî
xwezayî dîtiye û dengê xwe nekiriye. Dê
û bavê wê li vê derê bêbandor
mane û keçikê jî jiyana xwe bêwate
dîtiye û teþebusa xwekuþtinê kiriye. Di destpêkê
de ji derdora xwe alîkarî xwestiye. Hin kesan jî çi
ji destên wan hatiye alîkariya wê kirine, lê
dîsa jî ev encama diyar qewimiye. Gelo rê û
rêbazên ku di alîkariyê de hatine bikaranîn
kêm man, yan jî þîdeta ku li hember wê pêk
hatiye ew qasî giran bû ku ev alîkariyên ku
hatine kirin bandoreke erênî lê nekir? Bersiva van
pirsan hêj ne diyar e…
Gava ku me bûyer bihîst, me
keçik bir nik bijîþkekî binavûdeng. Wî
jî em þandin cem pisporeke li ser psîkolojiya zarokan
dixebite. Ji ber ku vê pisporê destûr standibû
û ne li nexweþxaneyê bû, me hêj têkiliyek
pê re daneyniye. Lê belê bi alîkariya hin
mamosteyên wê ve di van çend rojên dawî
de rewþa wê li gorî berê hinekî baþtir
bûye.
Ji ber ku vê keçikê
tesîreke gelekî mezin li ser me hiþt, ez dixwazim hinekî
qala wê bikim. Ew 12 salî ye û diçe
dibistana seretayî. Diyar e ku ji aliyê xwarin û
vexwarinê ve kêmasî hebûne ku zêde
mezin nebûye. Dibe ku sedema þîdeta her roj lê
hatiye kirin jî ew wisa biçûk hîþtî
bûye. Keziyên porê wê reþ, xirpûþkî
û dirêj bûn. Çavên wê wekî
ewrên tijî bûne û dê baran jê
bêne xwarê li me mêze dikirin. Di navbera alîkarî
xwestin û nexwestinê de tevdigeriya. Carina hin tiþt
digot, lê carina jî bi deqeyan bêdeng dima. Gelo
hemû tiþtên ku ew anîbû vê astê
di mêjiyê wê de diçûn û dihatin?
Ji me tu kesê nizanibû ku ew di wê demê de çi
difikirî û di dil û mêjiyê wê de
çi derbas dibû.
Malbata wê jî ji cih û
warên xwe koçber bûye û hatiye Amedê.
Mîna malbatên din, ew jî bi gelek zor û
zehmetiyên dijwar ve rû bi rû mane û van
tiþtan jî li ser kesayetiyên wan bandorên neyinî
hîþtine. Malbat ji hêla aborî ve di nav jiyaneke
xeternak de dijî û hejmara kesên li mal jî
gelek e. Her yek bi awayekî ji bavê xwe tiþtekî
bixwaze jixwe gelek pirsgirêk dê biqewimin. Pirsgirêka
aboriyê jî ji aliyê birayên wê ve dibe
sedema pêkanîna þîdetê. Hem malbat hem jî
keçik van bûyerên þîdetê wisa þîrove
dikin. Lê, rastiya jiyana wan bi vê þîroveyê
nayê veþartin. Tenê aborî ne sedem e. Gelek
sedemên din jî hene, dibe ku yek ji wan aborî be.
Tiþtê ku em matmayî
hiþtine jî teþebusa vê keçika biçûk
e. Wê çawa ev biryar da? Ev ne diyar e. Yan jî çi
tiþt bûne sedema vê bûyerê? Xeynî wan
sedeman, bandora bernameyên di televizyonan de tên
weþandin jî heye. Di gelek fîlm û nûçeyan
de ev bûyer wekî mînak tên girtin û jin
û keç jî vê çalakiyê li ser
bedena xwe pêk tînin. Vê keçikê jî
bi dermanxwarinê teþebûsa xwekuþtine kiriye. Êdî
civak hatiye kîjan merhaleyê werin em bi hev re li ser
bifikirin û tedbîran bigirin…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 13-02-2008 08:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 22 time. You can leave a comment.
Last update on 13-02-2008 08:27 Views: 382
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 382