Gelek kes li ser rewþa kurdan gelek tiþtan
dibêjin, an jî dinivîsin. Ji ber ku ew gelekî bindest e û mîna gelên bindest
yên ku li ser rûyê cîhanê dijîn ew jî rastî zor û zextên dijwar ên serdestê xwe
tê. Lê dîsa gelek kes tînin ziman ku, tu gelekî qasî gelê kurd zilm û zor
nedîtiye û hê jî ev gel vê zor û zextê dibîne. Þiklê van zor û zextan li gorî
demê tên guhirandin û yên curbicurî jî lê tên
zêdekirin.
Bi valakirina gundan, bi milyonan kes ji
cihên xwe koçber bûn û gava ku hatin bajaran, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû
man. Li bajarên mezin wekî masiyên ku ji avê derketine ji bo jiyanê ber xwe
didin. Hemû bêkar in, bêmal in, xizan in û birçî ne. Çend sal berê dihat gotin
ku “gelek jin ji ber ku ji hêla aborî ve di tengasiyê de ne, mecbûr mane debara
xwe bikin, ketine hezeka fihûþê.” Gelek derdoran ev yek qebûl nekirin û
bertekên pir tûj nîþan dan. Lê hin pirsgirêk hene ku divê mirov ji bo
çareseriyê hinekî serê xwe biêþîne û di wî warî de xebatan bike. Bi bertek
nîþandayinê ve mirov tenê ser pirsgirêkê dinixîne û wê vediþêre. Îro, heke dîsa
ev pirsgirêk di nav civakê de didome û civakê diêþîne, divê ji bo wê xebat û
projeyên gelekî xurt bên kirin ku ev nexweþî ji nav gelê me bê avêtin. Serdest
plan û projeyên xwe yên pinî (sinsi) li ser gelê me dimeþîne, em jî di cihê xwe
de rûdinin û diaxivin…
Belayeke din jî li derdora zarokên me
digere. Zarok ji ber neçariya aborî li kuçeyan dixebitin, ji dibistan û
perwerdehiya xwe dûr dikevin. Ev ne bes in, yek jî bûyerên dawî yên ku li Amedê
diqewimin, hem malbatan hem jî zarokan gelekî ditirsîne. Zarok tên revandin… Bi
rastî ne tenê niha, berê jî zarok dihatin revandin, lê bûyeran ev qas zêde deng
venedidan. Gelo ji bo çi ev bûyerên dawî di nav gel de ev qas tên axaftin? Gelo
êdî gelê me planên qirêj dibînin? Ev yek nayê zanîn, lê tiþta ku bala me
dikiþîne, gel ev demeke dirêj e li ser vê mijarê diaxive û dixwaze hem derdora
xwe hiþyar bike, hem jî çareseriyekê bibîne. Gelek dê û bav revandina zarokan
wekî karê mafyaya wesleyan (organ) bi nav dikin û pir ditirsin. Vê tirsa xwe
hem bi derdora xwe re hem jî bi zarokên xwe re parve dikin. Ji aliyekî ve
zarokên xwe hiþyar dikin, lê nizanin ku ji aliyekî ve jî derûniya wan xera
dikin. Her roj li dibistanan zarok di dersan de qala van bûyeran dikin û hinek
zarok jî wekî ku hin kes dê wan birevînin bi dengên bilind diqîrin,digirîn û
dibêjin “Mafya dê min birevîne!” Her çi qas rayedar derdikevin û bi daxuyaniyan
ve dixwazin rê li ber tirsa malbatan bigirin jî, dîsa di vî warî de malbat ne
rihet in û nizanin ew ê zarokên xwe çawa biparêzin…
Jixwe gelek pirsgirêkên me hene, gelo em ê
bi xwe hinekan çawa çareser bikin, gelek rê û rêbaz
hene…
Ez dixwazim ji bo ku malbat bi awayekî baþ
zarokan hiþyar bikin çend pêþniyaran bikim:
-Heke hûn dixwazin zarokên xwe biparêzin,
ji wan re bibêjin ku bila bi kesên ku ew nasnakin re tu caran neaxivin û ji wan
tiþtên wekî pere, þekir û hwd. negirin.
- Dîsa bila hem bi kesên nas dikin û hem jî
yên nas nakin re bêdestûra we neçin derekê.
-Her çi qas ji destên we tê zarokên xwe li
kuçeyan tenê nehêlin û hevalên wan kî ne wan nas bikin.
-Der heqê bûyerên ku dê wan bitirsînin de
zêde bi zarokan re neaxivin. Ji ber ku ew bûyeran bi çavên mezinan ve
nanirxînin. Tiþta ku hûn behsê dikin, ew wekî bûyereke ku bê serê wan difikirin
û tesîrê li wan dike û derûniya wan xera dibe.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 31-10-2007 07:49. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 32 time. You can leave a comment.
Last update on 31-10-2007 07:49 Views: 548
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 548