Her sal duþema yekemîn a destpêka meha Kewçêrê wek Roja Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin. Girîngiya zarokan a ji bo pêþeroja civakan û cîhanê bi gelek gotin û bernameyan ve ji raya giþtî re tê vegotin. Her kes her tiþtî tîne ziman, lê tu kes nabêje “Gelo di vê rewþa van zarokên ku wekî pirsgirêka civakan tên dîtin de berpirsiyariya min çi ye?” Tu kes di vî warî de xwe rexne nake.
Wekî ku di ser nivîsa me de jî xuya dike, îro ez dixwazim li ser hin lebatên xerab ên zarokên ku diçin pola þeþan bisekinim.
Di dibistana seretayî de heta pola þeþan zarok pênc salan dema xwe ya li dibistanê herî zêde bi mamosteya/yê polê re derbas dikin. Ji pola çaran pê de jî çend mamosteyên dersên din dikevin pola wan. Hem mamosteyê polê zarokan baþ nas dikin hem jî têkiliya malbat û mamoste li gorî mamosteyên beþan (branþan) germtir e. Paþê di pola þeþan de xwendekar bi deh û dozdeh mamosteyaên din re rû bi rû dimînin. Lebatên zarokan diguherin, ne mamosteyên ku ew pênc sal dane xwendin wan nas dikin ne jî dê û bavên wan. Vê yekê em hemû dizanin, lê, gelo sedemên van guhartinan çi ne?
Gava ku ji dê û bavên zarokan tê pirsîn, ew jî nikarin bersivê bidin. Bersiva wan a herî balkêþ ev e: “Keça min an jî kurê min pir biaqil e, tu caran tiþtekî wisa nake, ev pênc sal in ku tê dibistanê tu caran mamoste der heqê wî /wê de tiþtekî xerab negotiye.” Em wek mamosteyan vê bersiva wan dipejirînin. Lê, li vê derê tiþtek tê jibîrkirin; ev zarok êdî mezin dibin. Hem di laþên wan de hem jî di kesayetiya wan de guherînên berbiçav çêdibin. Ji vê dema hanê re “Dema Kamilbûnê” tê gotin. Ev dem ji dozdeh saliyê dest pê dike heta hijdeh- nozdeh saliyê berdewam dike. Zarok di vê demê de dibe ku gelek tiþtên xerab jî bikin. Divê dê û bav di vê demê de gelekî hiþyar bin. Zarok dikevin nav komên xerab, bi hevalên xerab re hevaltiyê dikin, an jî ji derdora xwe hin tiþtan dibînin û ew jî dixwazin wan bikin û carina jî dikin. Me li ser van lebatan çend carên din jî nivîsî bû. Lê wekî ku li jor jî hate gotin, îro em ê tenê ji bo lebatên xerab yên ku zarok li dibistanê ji hevalên xwe hîn dibin bisekinin.Ji bo vê mînaka herî berbiçav “kiþandina cixareyê” ye. Berê temenê cixare kiþandinê diyar bû. An dê û bavên me, an jî mirovekî mezin cixare dikiþand. Paþê ciwanan dest bi kiþandina cixareyê kirin, îro jî zarokên deh û dozdeh salî cixareyê dikþînin. Roj nîn in ku li dibistanên seretayî zarok cixareyê nekiþînin. Roj bi roj di lîseyan de ev cixare kiþandin cihê xwe ji tiþtên wekî esrar, eroîn û hwd. re dihêle. Ji ber ku zarokên wan van tiþtên din bi kar naynîn, gelek malbat bi kiþandina cixareyê razî dimînin. Em vê yekê jî ji bîr nekin ku gava zarok tiþtekî ne baþ hîn bibin, tiþtên din ên nebaþ jî gav bi gav pey wî tiþtî tên û êdî em nikarin wan ji van xûyên xerab dûr bixin…
Lê, hê zarokên me neketine nav rewþeke wisa em dikarin çi bikin?
1- Ev zarok mezin dibin, xwestekên wan çi ne, divê em wan baþ bizanibin. Wan wekî mirovên mezin bibînin, vê yekê bi wan bidin hestkirin. Lê ji aliyê din ve jî ji bîr nekin ku ew zarok in û kîjan tiþt xerab in, wan bi riya perwerdehiyê ve hînî wan bikin.
2- Ne wekî mamoste, dê û bavan, wekî hevalên wan nêzîkbûyinekê nîþanê wan bidin. Heke baweriya wan bi we hebe hûn dikarin her tiþtî bi wan bidin kirin. Ku hûn wekî mezinan, “Em her tiþtî zanin, hûn zarok in tiþtekî nizanin” tevbigerin, ew ê hem ji we dûr bikevin û hem jî tu gotineke we bi kar neynin.
3- Divê em bi xwe bibin mînakên zindî yên ber çavên wan. Heke mamoste û mezinên malbatê hin tiþtan ji zarokan bixwazin ku ew wan tiþtan nekin, bikin, gelo zarok ê bi wan bawer bikin? Mînak: “Cixareyê nekêþin!” Ku hûn ji zarokan xwesteka xwe bi vê hevoka fermanê bikin û hûn cixareyê bikiþînin zarok bi we bawer dikin, an na? Ev mînak a herî hêsan e û em qet girîngiyê nadin vê gotina xwe.
4- Hevalên zarokên xwe baþ nas bikin. Bi malbatên wan re jî bikevin nav têkiliyan. Ev yek ji bo her du aliyan jî dê bi feyde be.
5- Her tim bi mamosteyên zarokên xwe re bikevin têkiliyê. Li malê em, li dibistanê jî mamoste lebatên zarokan baþ biþopînin tu pirsgirêk namînin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 05-10-2007 16:12. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 32 time. You can leave a comment.
Last update on 05-10-2007 16:12 Views: 595
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 595