“Xizan kesên ku xaniyên wan ne baþ in û xirbe ne, ew in.”
“Xizan, hin kesên ku ji rojhilata Tirkiyeyê hatine û zimanê wan nayê fêmkirin, ew in.”
Ev pirs ji aliyê lêkolînerekê ve ji zarokên tirk hatiye pirsîn û bersiv jî ev her du bersiv in. Paþê ev bersiv hin pirsên din jî tîne hiþê mirov: “Gelo zimanê xizaniyê jî heye? Ew ziman jî wekî ku zarokên tirk gotine zimanê kurdî ye?
Me ev gotin di “6’emîn sempozyûma zarokên ku li kuçeyan dixebitin” de bihîstin û wê jî li ser gelek kesan bandoreke pir mezin hiþt. Bi rastî me zanîbû ku kurd koçber bûne, xizaniya wan jî heye lê “zimanê xizaniyê bi kurdî ye” me ev tiþt nizanîbû.
Lêkolînerê ev pirs ji zarokên kurd jî kiriye û bersiva wan jî wiha ye: “Xizan, em in.” Li vê derê êdî tiþtekî diyar heye ku xizan kî ne…
Ev sempozyûm çendekê berê bi beþdarbûna gelek delegeyên ku ji her devera Tirkiyeyê hatibûn li Amedê hate çêkirin. Her beþdarê/î pirsgirêkên van zarokan li gorî xwe anî ziman. Gelekan jî tiþtên rast gotin. Rê û rêbazên çareseriyê jî yek bi yek hatin rêz kirin. Hin nîqaþên kûr di hiþê beþdaran de cihên xwe girtin.
Li gor encamnameya sempozyûmê, ev xebat pir serkeftî bi dawî bû. Bila wisa be… Em jî di wê hêviyê de ne ku serkeftinek bê bidestxistin û ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji bo çi ez wisa dibêjim? Ji ber ku ev sempozyûm a 6’an e û di her sempozyûmên borî de jî encamnameyên bi vî rengî derketine holê û heta niha jî tu tiþt nehatine çareserkirin. Roj bi roj hejmara van zarokan li her derê Tirkiyeyê zêde bûye û êdî pêþî li gelek sûcan nayê girtin. Yek jî mirov li ser çend salên bê difikire û naxwaze ku rewþa wê demê dê çawa bibe bifikire…
Di her sempozyûmê de ev encam bala me dikþînin:
1- Sedemên vê pirsgirêkê tên zanîn,
2- Rê û rêbazên çareseriyê jî tên zanîn, lê;
Ji bo çi encamên serkeftî nayên bidestxistin?
Heke wekî ku sempozyûmê de jî diyar bû sedema xebata van zarokan “koçberî” ye û sedema koçberiyê jî “pirsgirêka kurd” e, wê gavê tiþtên ku bên kirin jî li gor pêdivî û xwestekên wan kesan in. Ew jî mafên xwezayî ne û divê rayedar ji bo van kesan gavên siyasî biavêjin û li herêmê jî gavên aboriyê xurt bikin. Ku ev gav bên avêtin, paþê hêdî hêdî tiþtên ku tên xwestin bên kirin, mirov wê demê dikare behsa serkeftîbûnekê bike. Lê, wekî ku me li jor jî got, ev sempozyûma þeþemîn e ku tê lidarxistin û hê jî em negihîþtine encameke baþ. Wê gavê ev tiþt tê hiþê me: “Em bi vî awayî tenê bi sempozyûman xebatan bidomînin tu pirsgirêk nayên çareserkirin û em a bîst û þeþan jî çêbikin, dîsa em ê heman encamê bi dest bixin.”
Sempozyûma sala bê dê li Rihayê bê çêkirin. Ku encamên vê sempozyûma Amedê bikevin jiyanê, ew ê gelek hêviyan bidin me û van kesan. Ez niha nikarim vê encamnameyê li vê derê binivîsim, ji ber ku di rojên bê de ji xwe ew ê di çapemeniyê de bi berfirehî bê dayin. Bi hêviyên ku “di pêþerojê de xizan, ne kurd bin û ev xwestek bikevin pratîkê”, bimînin di xweþiyê de…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 05-10-2007 16:11. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 31 time. You can leave a comment.
Last update on 05-10-2007 16:11 Views: 496
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 496