Berê peyva kurdî qedexe bû.
Paþê bi têkoþîna bi salan a bênavber gelek
maf hatin bidestxistin. Êdî gelê kurd û
zimanê wî li her derê cîhanê tên
zanîn û gelek kes bi rehetî dikarin bi lêv
bikin. Îro gelek sazî û dezgehên kurdan bi
keddayineke mezin û zehmetiyan ve deriyên xwe ji gelê
xwe re vekirine. Dîsa gelek kes li van saziyan xebatên
giranbuha dikin, an jî em dixwazin ku ew xebatên wisa
bikin. Ji ber ku vî gelî pir êþ û keser
kiþandiye, bêguman ji van saziyan jî gelek hêviyên
wî hene. Carina bidestxistina mafan jî pirsgirêk
nayên çareserkirin. Divê ev mafên ku hatine
bidestxistin bi têkoþîneke domdar bên parastin jî.
Saziyên gelekî yan jî
yên welatekî li ser jiyana wê civakê ji her
alî ve bandorên girîng dihêlin. Bi rastî
mirov di jiyana xwe de carina bi hin tiþtan diêþin, tiþta ku
min diêþîne jî rewþa hin saziyên me ye. Ev
sazî ew qasî hêsan nehatine avakirin. Ji bo wê
jî divê xwedî li derketina wan jî ew qasî
hêsan nebe. Ev çendeke em di nav xwe de li ser
bêkoordînasyona saziyan nîqaþan dikin. Saziyên
me yên ku ji bo pêdiviyên gel hatine vekirin,
xebatên cur bi cur dikin. Gelek caran di van xebatan de bi
rûmeta rûyê xwe, bi awayekî serkeftî
encamên xweþ jî digrin. Lê belê feydeya van
xebatan çawa dibe em nizanin, nagihîjin ber destê
gel, an jî digihîjê, lê qasî ku tê
xwestin nîn in. Wekî nimûne em dikarin li ser hin
xebatên saziyan bisekinin: Saziyeke me biryarekê distîne
û dest bi xebatên xwe dike. Saziyeke me ya din jî
heman xebatê dike. Ev ne tiþteke þaþ e, lê gava ku ev
xebat bi dawî dibin, ev her du sazî, encamên van
her du xebatan bi hev re parvenakin. Her yek dixwaze bi serê
xwe bibe xwediyê van xebatan. Nabêjin ku me ev xabat ji
bo pêdiviyên gelê xwe kiriye û em mecbûr
in piþtgiriyê bidin hev û van xebatên xwe ji bo
gel bidomînin. Li vê derê tiþta ku tê ji bîr
kirin ev e: Hemû saziyên me bi keda gel hatine avakirin,
xwediyê wan gel e. Divê wisa bê zanîn û
sazî jî li gor wê tevbigerin. Xebat herî zêde
du qadên civakê hatine kirin lê hê jî
encamên serkeftî nehatine bidest xistin:
1- Xebatên li ser zarokên
ku li kuçeyan dixebitin,
2- Xebatên li ser koçberiyê.
Her xebatek hêjayê
nivîsandina du sê cîlt pirtûkan in. Lê
mixabin ev ked û xebat her yek di nav wan saziyan de mane û
bi saziyên têkildarî van karan re nehatine
parvekirin. Dîsa heman xebatan gelek sazî dikin, lê
ji hev haydar nîn in. Encamên van xebatan bi saziyên
têkildar re nayên par ve kirin. Her yek dibeje bila nav
navê min be û bila bibêjin, filan saziyê ev
xebat kiriye. Niha û pê de xebat dîsa bi vî
rengî bidomin, hemû keda ku hatiye dayin, dê
bêqîmet be û feydeya wê jî dê
negihîje civakê. Hîn tiþtên ku bên
kirin hene:
1- Saziyên têkildarî
heman pirsgirêk an jî xebatê, divê beriya ku
xebat bên kirin, bicivin û kî dê kîjan
karî bike li hev parî bikin.
2- Divê ev sazî, encamên
ku ji xebatan hatine bi dest xistin bînin bal hev û ji bo
pêdiviyên civakê bi kar bînin.
3- Xebat ji bo kes û saziyan na,
ji bo tevahiya civak û gel bên kirin.
4 - Divê neyê ji bîr
kirin ku “Bi gulekê bihar nayê” û “Dengê
ku du dest dide der ji yê destekî zêdetir e.”
Hemû sazî van gotinên pêþiyan bidin ber
çavan û li gor wê bixebitin…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 19-03-2008 08:21. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 19-03-2008 08:21 Views: 164
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 164