Em, ji aliyekî ve têkoþîna
civakeke azad didin, ji aliyê din ve jî zarokên xwe
bi jiyaneke di nav tundiyê de mezin dikin. Em baldar nîn
in ku ev jiyana hanê bandoreke çawa li ser hemû
qadên civakê dihêle.
Ji bo vê nirxandina me,
ez dixwazim bûyereke li dibistanekê bi we re parve bikim.
Zarokekî çardeh salî êdî tu rê
li dibistana ku lê perwerde dibe nehîþtiye ku mamoste
yan jî kesên din alîkariya wî bikin. Di polê
de hevalên wî ne rihet in, mamoste nikarin pê re
biaxivin û servîsa rêberiyê ya dibistanê
jî têrî alîkariya wî nake. Her tim bi
bûyerên ecêb, derdikeve pêþberî
mamosteyan. Herî dawî jî li dijî mamostekî
xwe derketiye. Alîkarê gerînende pê re
axiviye, lê di vê diyalogê de jî di destpêkê
de gelek tiþtên nexweþ qewimîne. Di nav axaftinê
de hevokeke wî bala mamoste dikiþîne: “Bavê min
ji min hez nake, tenê birayekî min heye ji wî pir
hez dike!” Me gava ku ev axaftin bihîst, em sê mamoste
çûn mala zarokî. Ne ji bo ku em ji bavê wî
hesab bipirsin, me xwest ku em hinekî malbatê nas bikin û
heke tiþtek ji destê me bê, em ê bikaribin
alîkariya wan bikin. Ew li malê deh kes bûn; dê,
bav û heþt zarok… Bav bêkar bû û di nav
malê de wekî her bavî serdestiya wî jî
dihat hestkirin. Çavdêriyên me ew bûn ku,
bandora dayîkê di nava malê de zêde nîn
bû û tim li benda gotinên hevserê xwe bû.
Hevserê wê diaxivî, wê jî bêdeng
guhdariya wî dikir.
Belê, ez naxwazim zêde
tiþtên ku me di nav malê de dîtin, binivîsim.
Lê tiþtek heye ku mirov nikare xwe li nedîtinê
deyne; Wekî ku me bêrê jî çend caran
bi lêv kiribû, zarok li mala xwe yan jî li derdora
xwe çi dibînin wan dubare dikin. Ev zarok jî wekî
“Wêneyeke” yan jî “Neynikeke” malbata xwe bû
û êdî me jî qebûl kir ku ew bêyî
dilê xwe van tiþtan dike. Niha em li riyên çareseriyê
û alîkariyê digerin, gelo em ê bikaribin ji
bo wî û malbata wî hin tiþtan bikin???
Ev çûyin û hatina me
ya malbatê dê ji bo demeke dirêj bidome. Ji ber ku
pêdivî bi perwerdehiyê heye û pêvajoya
perwerdehiyê jî bi carekê ve sînorkirî
nîn e, divê em dev ji xebatên bi vî rengî
bernedin. Ji bo vê yekê jî em di serî de bang
li bavan dikin û dibêjin: Bavên hêja, gelo ji
zarokan hez kirin pir tiþtekî giran e? Hûn nikarin
carina serê zarokên xwe mizdin û wan hembêz
bikin? Dibe ku gelek kes bibêjin, em ji zarokên xwe hez
dikin, hez kirin bi her awayî jî dibe; em ji wan re cilan
û tiþtên xwarinê dikirin, ev ne bes in? Rast e, em
bi we giþta bawer dikin, lê zarok hezkirina ji dûr ve
naxwazin, ji bo wan tiþtên þênber watedar in. Mîna
ku ev zarokê me jî dibêje “bavê min ji
birayê min hez dike, ez her tiþtî dibînim. Bila
nebêjin zarok fêm nakin. Heke ez jî rojekê
bibim bav, ez ê ji hemû zarokên xwe hez bikim û
wan hembêz bikim.Yekî/ê ji yekî/ê din
zêdetir an jî kêmtir hez nakim.”
Gava ku em sedemên bûyerên
li dibistanê jê dipirsin, nikare tu bersivê bide
me. Tenê li çavên me dinêre û kelegirî
dibe. Ev zarok pêþeroja me ne, em bi nezanbûna xwe
pêþeroja xwe tarî dikin û nifþên nexweþ
mezin dikin. Werin em zarokên xwe bi hezkirinê mezin
bikin û dev ji rêbazên kevn bedrin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 26-03-2008 08:36. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment.
Last update on 26-03-2008 08:36 Views: 169
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 169