Li gelek welatan pergalên wekî perwerdehî,
tenduristî û hwd. zû bi zû nayên guhartin. Li welatê me jî em nikarin xwe
bigihîjin guhartinan. Di nav çend salan de, heta em hînî sîstemekê dibin, vê
gavê bi yeka din re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî bi guherînên sîstema
perwerdehiyê ve hem hiþên malbatan hem jî yên zarokên xwendekar serobino dibin.
Di vî warî de “çi, çi ne?” gelek kes tênagihîjin. Yên ku van guherînan dizanin
jî bi kesên din re parve nakin. Bi rastî, ev parvenekirin di gelek qadan de xwe
didin der, lê wekî ku tê zanîn qada perwerdehiyê ji her tiþtî/ê cudatir û
girîngtir e. Divê ev guherîn li gor þert û mercan û pêdiviyên civakê bên kirin,
lê mixabin gelek caran hê bingeh nehatine amadekirin, em derbasî sîstemeke nû
dibin.
Di çend nivîsên din de jî me gala mijara
perwerdehiyê kiribû. Me li ser ezmûnên wekî OKS û OSS’yê nivîsîbû û derheqê guherînên OKS’yê de
jî hin agahî dabûn malbat û xwendekaran. Ne tenê me, li dibistanan jî,
mamosteyên þêwirmendî û derûniyê li gor bernameya Wezareta Perwerdehiyê di hemû
dibistanên seretayî de ev agahî dan xwendekaran. Me jî li dibistan û
dersxaneyan lêkolînek kir û em gihîþtin hin encaman. Ev encam, ji aliyê hinek
mamosteyên ku li dersxaneyan dixebitin ve gelekî balkêþ hatin dîtin. Ji ber ku
wan heta niha bi giþtî ders didan xwendekarên pola heft û heþtan. Îsal gelek
xwendekarên pola þeþan jî diçin van dersxaneyan. Her çi qas, di salên borî de
xwendekarên polên çar, pênc û þeþan diçûn hin dersxaneyan jî, ev hîndekarî û
perwerdehî bi giþtî ji bo alîkariya dersên li dibistanan bûn û vê jî zêde
bandorek li ser zarokan nedihiþt.
Tenê zarok di polên xwe de hinekî serkeftî
dibûn. Vê gavê rewþ hat guhartin; di dawiya sala perwerdehî û hîndekariya
îsalîn de, di polên çar, pênc,þeþ û heftan de ezmûnek heye û divê zarok di vê
ezmûnê de serkeftîbin ku hem serkeftîbûna wan hem jî ya desxaneyan derkeve
holê. Li gor vê lêkolîna me ev serkeftî bûn ew qasî hêsan nayê xuya kirin.Ji
ber ku zarok hê biçûk in, mamoste tenê nikarin têrî her tiþtî/ê bibin. Divê di
vî warî de malbat jî piþtgiriyê bidin zarok û mamosteyan.
Her çi qas hejmara zarokên ku naçin
dersxaneyan zêdetir bin jî, qet nebe yên ku ev þans û derfetên çûyina
dersxaneyan bi dest xistine, ew ê bi alîkariya malbatên xwe ve serbikevin.Heke
hem dibistan hem jî dersxane semîner û agahiyan bidin dê û bavên van zarokan,
dibe ku hin pêþketin çê bibin. Ji bo zarokên ku naçin dersxaneyan jî, divê dê û
bav ji rêveberiya dibistanan van semîneran bixwazin.
Li dibistanan zarok tên agahdar kirin lê,
mamoste nikarin tenê zêde bandorê li ser zarokan bihêlin. Bi yek alî tu carî
serkeftin nabe, divê em xebatên xwe bi hev re bikin. Ji ber ku em hinekî balê
bikþînin li ser rewþa dersxaneyan, me ev lêkolîna kir.
Ji vê lêkolînê encamên ku me bi dest xistin
ev in:
* Nêzîkatiya xwendekaran a li van ezmûnan
hê jî cidî nîn e,
* Xwendekarên pola þeþan hê jî xwe ji
pisîkolojiya polên çar û pêncan xelas nekirine,
* Rêjeya bersîvdayina pirsên dersa Îngilîzî
gelekî kêm e (ji sedî sisê ye),
* Malbat zarokên xwe diþînin dersxaneyan
lê, gelek xwendekar rêbaza ezmûna testê nikarin bi kar bînin,
* Rewþa aborî ya malbatên van zarokan bi
giþtî baþ in,
* Rêceya van zarokên ku diçin dersxaneyan
ji sedî bîst û pênc in,( ji sedî heftê û pênciyên wan xwedî vê derfetê nîn in.)
* Mamosteyên ku li dersxaneyan dixebitin hê
jî neketine xeta dersdayina van polan, ew li gor polên heft û heþtan tevdigerin
û ji nêzîkatiya derûniya van zarokên biçûk dûr in ( ev yek ji aliyê van
mamosteyan ve hatiye gotin )
Êdî þîrovekirina van xalan û ya rewþê em ji
we re dihêlin…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 21-11-2007 07:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 27 time. You can leave a comment.
Last update on 21-11-2007 07:54 Views: 527
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 527