“Ha îro, ha sibê” gotin
û êdî operasyona bejayî dan destpêkirin.
Ji bo van operasyonan gelek kes nerazîbûnên xwe
nîþan didin, lê dîsa rayedar û hikûmetê
guhên xwe girtine û xwe ker kirine. Ez ê bibêjim
ku mîna ker û lalan tevdigerin, di warê maf û
daxwazên kurdan de tu tiþt ji devê wan der nayê.
Dengên ku derdixin jî hemû wek agir, kîn û
nefretê ne. Dibêjin: “Me ev qas gerîla kuþt, ev
qas zerar da wan û hwd…” Bi kuþtin û rijandina xwînê
çi qas jî kêfxweþ in? Tenê rayedar wisa
nabêjin, ji aliyê çapemeniyê ve li her derê
gelê xwe jî didin axaftin û dixwazin bi gotinên
nijadperest tevahiya Tirkiyeyê bixin nava vê
nijadperestiyê…
Ev çend salên dawî
ne ku kurd li her derê cîhanê û di her qada
jiyanê de li dijî þer disekinin û her tim aþtiyê
bi lêv dikin. Bi gelek çalakiyan bertekên xwe yên
xwezayî nîþan didin û bi gelek dostên xwe re
ji bo çareseriya pirsgirêka xwe civînan pêk
tînin. Dixwazin cîhanê (cîhana ku gava kurd
bibin mijar xwe ker dike) û rayedarên Tirkiyeyê ji
xewê hiþyar bikin û hin gavan bi wan bidin avêtin.
Lê mixabin, kerbûn û korbûna wan didome û
dixwazin ev rewþa aloz bidome. Çi ji kîsên wan û
yên bavên wan diçe ku? Zarokên wan namirin,
kezaba wan naþewite,agir nakeve mala wan… Gel xema wan nîn
e. Em bibêjin ku gelê kurd xema wan nîn e, ma dilê
wan li gelê tirk jî naþewite? Ew qas leþker jî
jiyana xwe ji dest didin. Dayikên wan jî digirîn…
Ev bi salan e ku herêma me di bin
bandora vî þerî de ye û êdî zarokên
me bi dengê balafirên þêr dijîn; diçin
dibistanê, radikevin, radibin û rûdinin. Di nav van
þert û mercan de dîsa jî em dixwazin wan bi aþtî
û biratiyê mezin bikin, lê ev yek heta derekî
diçe û li wê derê her tiþt diguhere. Gava
ku ew tên temenekî êdî ew jî dibînin
ku li her derê dijî gelê wan neheqiyek heye û
êdî ew jî wekî nijadperestên tirk
tevdigerin… Bi kuþtinên leþkeran kêfxwaþ dibin û
bi kuþtinên gerîlayan jî diqehirin. Li kuçeyan
lîstikên þer bûne lîstikên wan. Di van
lîstikan de hemû dixwazin bibin gerîla, ji wan tu
kes naxwazin bibin leþker. Gava ku hemû bibin gerîla wê
gavê jî lîstika wan nagihîje armanca xwe. Li
gor xwe çareseriyekê dibînin û bi dorê
dibin leþker. Di nav rêbaza þer de hevdu dikujin, birîndar
dikin û merasîmên cenazeyan li dar dixin. Gava ku
em sedemên van lebatên zarokan ji pisporan dipirsin, ew
hemû çapemeniyê berpirsiyar dibînin. Vê
operasyona bejayî bi nûçeyên çapemeniyê
wekî her kesî/ê psîkolojiya zarokan jî
xera kiriye. Dîmenên þer û yên cenazeyan
tesîrê li ser wan dihêle û di demên pêþ
de, dê her yek bibe kesekî/ê xwedî nexweþiya
psîkolojiyê.
Gelo rewþa malbatan çawa ye?
Çi dayikên kurd çi jî yên tirk bin,
hemû xwediyê heman hestan in û naxwazin pozê
berxên wan xwîn bibe. Tipe tipa dilê wan e û
ka gelo ew ê (Xwedê neke) kengê xebera reþ ji wan
re bê. Em jî dibêjin dê û bavino, kesên
ku dibêjin em insan in, werin, em hemû bi hev re ber xwe
bidin, da ku em bigihîjin armanca xwe û vê xwîna
tê rijandin bidin sekinandin. Êdî bila tu kes ne bi
kuþtina leþkeran ne jî ya gerîlayan ve þa nebin. Ev ne
hêstên mirovên aþtîxwaz û yên
normal in. Kesên nexweþ bi mirin û kuþtinê þa
dibin. Werin, em bi hev re li dijî operasyonên bejayî
bisekinin, dengê xwe bilind bikin û rê nedin ku
bila berxên dayikên me hev du nekujin…
Nîþe: Ji bo van gotinên me
yên dawî daxuyaniya çapemeniyê ya Amedê
bû mînaka herî xweþ û aþkera.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 27-02-2008 08:35. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment.
Last update on 27-02-2008 08:35 Views: 365
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 365