• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Cemîl Bayik arrow Qanûna bingehîn û perwerdehiya kurdî
Qanûna bingehîn û perwerdehiya kurdî Binivîse E-posta
 

Gava ku mirov li rojeva cîhanê dinêre, li her deverî li gorî pêdiviyên wî welatî rojevek bandorê li wê civakê dike. Mijar heta ku tesîra xwe winda bike, tê nîqaþkirin û paþê cihê xwe ji rojeveke din re dihêle.

Di van demên dawî de li Tirkiyeyê hilbijartinên giþtî û ya Serokomariyê hatin çêkirin. Li ser van her du hilbijartinan jî gelek nîqaþ hatin kirin. Lê li gorî dilê her kesê/î nebe jî, bi awayekî bi dawî bûn. Îro di rojeva Tirkiyeyê de xebat û nîqaþên li ser Makezagoneke nû û sivîl her ku diçe zêde dibin. Her kes û sazî der barê vê mijarê de nêrînên xwe vedibêjin. Hikumet jî dixwaze sazî û dezgehên dewlet û yên sivîl nêrînên xwe yên di vî warî de bînin ziman. Ev yek ji bo Tirkiyeyê pêþveçûnek e, lê her kes diþopîne ku gelo encameke çawa dê derbikeve holê? Hemû sazî û kes dibêjin ku divê makezagoneke sivîl bê amadekirin û her qada civakê nêrîn û xwestekên xwe tê de bibînin.

Di nav van þert û mercan de gelo makezagoneke ku bersivê bide hemû qadên civakê dê derbikeve holê, yan, na? Bersiva vê pirsê dê heta demeke kurt xwe bide der. Lê xwesteka me ew e ku ev bersiv li gorî dilê piraniya civakê be…

 Ji nîqaþên li ser vê makezagonê yek jî pirsgirêka hîndekarî û perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Ev çendek e, di çapemeniyê de derdikeve ku “Gelo kurd perwerdehiyeke çawa dixwaze? Ev perwerde dê li dibistanan bi kîjan awayî bê dayîn? Gelo mîna zimanê îngilîzî wek derseke sereke, yan jî wekî derseke hilbijarî be, dê baþtir be? Van pirsan her kes li gorî xwe þîrove dike. Ev þîrovekirin divê gelekî kûr û bi zanistî bên kirin. Þert û mercên Tirkiyeyê û civakê li ber çavan in. Tu kes nikare van rastiyan înkar bike.

Lê belê hem pêdiviyên kurdan hem jî bertekên ku, dibe ku civaka Tirkiyeyê nîþan bidin jî baþ bên hesibandin. Li hemberî bertekên ku ji her du civakan biqewimin jî, divê rayedar û pêþengên wan gelekî þiyar bin. Herî zêde rewþenbîr û civaknas di vê mijarê de nêrînên xwe bînin ziman û pirsên ku hiþê mirovan tev li hev dikin bibersivînin, ew ê radeya bertekên civakê hinekî kêm bikin.

Di vî warî de divê mirov ew qas hiþê xwe tev li hev jî neke. Ji ber ku mînakên bi vî rengî li cîhanê gelek in. Welatên ku pir netew lê dijîn gelo ev pirsgirêk çawa çareser kirine? Bi rastî her kes vî tiþtî baþ dizane, lê cesareteke xurt nîn e. Ji bo vî tenê zanabûneke baþ û di cih de pêwîst e. Pêdiviyên civaka kurd çi ne û þert û mercên Tirkiyeyê rê didin çi? Heke ev her du pirs li gorî zanistiyê bên bersivandin, tu nakokî dernakevin. Her du civak jî divê ji gotinên hev fêm bikin ku pirsgirêk bên çareserkirin.

Ev hemû gotin û nîqaþ ji bo mafên mirovan ên xwezayî tên kirin. Ji ber ku gava mirov ji dayik dibin, ji derdora xwe bi awayekî xwezayî hin dengan dibihîzin û bi wan dengan mezin dibin. Zimanzan jî ji van dengan re dibêjin “Zimanê dayikê.” Zarok heta þeþ saliya xwe bi vî zimanî li mala xwe perwerde dibin.

Paþê dest bi dibistanê dikin. Yên ku bi zimanê dayika xwe hîndekarî û perwerde dibin, ji bo wan tu pirsgirêk nîn in, lê yên ku bi zimanekî din dest pê dikin, wekî ku ji nû ve dayik bûne û þeþ salan bi paþ ve çûne tên qebûlkirin. Derûniya wan xera dibe, xwebaweriya wan kêm dibe. Yan ji dibistanê diqetin, an jî li dibistanan dikevin nav têkiliyên tundiyê û dibin sedemên pirsgirêkan.

Ji ber ku sedemên gelek pirsgirêkan bêperwerdebûn tê qebûlkirin, ev rewþ di paþerojê de her tim bi xwe re gelek pirsgirêkên din jî tînin. Me ev mîjar di nivîseke din de jî berfireh dabû. Lê em mecbûr man ku bandora perwerdehî û hîndekariyê careke din dubare bikin.

Îro nîqaþa ku tê kirin, “Gelo li dibistanan bi kîjan awayî ev perwerde û hîndekarî dê bê dayin?” e. Li Tirkiyeyê nêzîkî 30 milyon kurd dijîn. Li gor herêman mirov dikare þiklê perwerdehî û hîndekariyê diyar bike. Ji bo herêmên ku kurd lê zêde ne;

1- Wekî welatên rojava, bi rêbaza perwerdehiya bi zimanê dayikê (bi kurdî) perwerde bê dayin, ew ê hem ji bo pirsgirêkên li herêmê, hem jî ji bo yên Tirkiyeyê di çareseriyeke mayîn de bihêle. Pratîka vê rêbazê wisa ye: Ji destpêka dibistana seretayî pola amadeyiyê jî tê de heta pola çaran zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehî û hîndekariyê dibînin. Paþê bi zimanê fermî yê dewletê berdewam dikin.

2- Rêbazeke din jî; Heta pola çar û pêncan bi zimanê fermî (tirkî) paþê di hefteyê de mîna dersa Îngilizî ya li Tirkiyeyê çar saetan bi zimanê dayikê (ku bibe, kurdî ) tê dayin û ev ders jî dibe derseke bingehîn (mecbûrî). Zarok wek dersên din vê dersê jî girîng dibînin û lê dixebitin. Lê dil dixwaze ku di zagonan de rêbaza yekemîn bê bikaranîn.

Nîqaþa din a li ser vê mijarê ya perwerdehiya dersa hilbijartî ye. Ev rêbaz ne ji bo kesên ku li herêmê dijîn e, ji bo kesên ku dixwazin kurdî hîn bibin û li bajarên din yên Tirkiyeyê dijîn e.

Heke daxwaziya gelan di vê Makezagonê de bi awayekî rast cih bigire û her kes xwe tê de bibîne, rojên bê dê ronahiyeke xweþ bide Tirkiyeyê…

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

05-10-2007 16:10
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 05-10-2007 16:10. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 19 time. You can leave a comment. Last update on 05-10-2007 16:10
Views: 528    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;