• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Panela 'Jin û Þîdet'ê -II-
Panela 'Jin û Þîdet'ê -II- Binivîse E-posta
 
Hefteya borî me li ser xebatên Meclîsa Ciwanan nivîsandibû. Di çarçoveya projeya wan a bi navê “ Bi Gavên Ciwan ve ber bi Demokrasiyê” de paneleke bi navê “Jin û Þîdet” ê jî hate lidarxistin. Çar panelîstên hêja nêrînên xwe yên di warê civak, jin û þîdetê de bi me re parve kirin. Panelîstek ji komeleya Fransî, Solidaritê et Libertê, yek ji Zanîngeha Baxçe Þehîra Stenbolê û yek jî ji Meclîsa Jinan a YG 21’ a Amedê bûn. Prf. Dr. Nilûfer Narliyê rewþa tundiyê ya li cîhanê û li Tirkiyeyê bi kurtasî vegot û herî zêde li ser þîdeta giþtî axivî. Þîdet ji aliyê her kesî/ê ve wekî ya fîzîkî tê zanîn. Lê netemsîlkirina jinan a li hemû qadên xebat û civakê jî divê wekî þîdet bê binavkirin. Ji ber ku temsiliyeta jinê li tu qadên jiyanê nîn e û me jî ev rewþ wekî tiþtekî xwezayî qebûl kiriye, em vê yekê mîna þîdetê nabînin. Heke em bikaribin di hemû qadên jiyanê de temsiliyeta jinan xurt bikin, û jin jî bikaribin jiyana xwe bi xwe îdare bikin, ew ê bikaribin rê li ber tundiyê jî bigirin. Ji Fransayê Anik Somoulian jî li ser rêxistin û saziyên jinan axivî. Her çi qas li welatê wan jin xwedî gelek mafan bin jî, dîsa li gorî zilaman mafên wan jî mîna jinên welatên rojhilat kêm in. Lê pêþketina wan a herî girîng, bi rêxistinî tevdigerin û dikarin mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin.

Ji Meclîsa Jinan a YG 21’ê Pispora Þêwirmendî û Psîkolojiyê Mamoste Yasemin Þafakê jî der heqê derûnî û kesayetiya kesên ku rastî þîdetê tên de gelek agahiyên girîng dan.

Heke di nav civakekê de kesên wisa zêde bin, ew civak tu carî nikare xwe ji pirsgirêkan dûr bixe. Kesên rastî þîdetê tên teqez ew jî li hember kesên din þîdetê pêk tînin, ev rastiyek e û her kes vê rastiyê qebûl dike.

Panela “Jin û Þîdetê” jî li Salona Þanoyê ya Þaredariya Mezin a Amedê hate lidarxistin. Beþdarî di vê panelê de jî wekî panela “Ciwan û Demokrasî ”yê pir kêm bû. Ji hemû endamên meclîsa jinan, saziyên jinan ên Amedê û temsîlkarên dibistanan ên Egitim- Sena Amedê re peyam hatin þandin, lê zêde kes beþdarî panelê nebû. Prf. Dr. Nilûfer Narliyê piþtî panelê ji bo saziyên jinan got ku “Îro heke ji wan saziyan panelîst hebûna, ev salon ê tijî bûya. Ji ber ku em li gelek bajaran tev li panelan dibin, van dîmenan her tim dibînin. Her panelîst çil an jî pêncî jinan bi xwe re tînin û salonan tijî dikin.” Bi rastî em bi van gotinan hem aciz bûn hem jî me hinekî rewþa saziyên xwe jî nirxand.

Gelo di her du panelan de beþdarî çima kêm bû? Me ji gelek kesan pirs kir û bersiva ku hate dayin jî balkêþ bû: “Li Amedê bi salan e ku em tev li panel û bernameyên li ser Demokrasî û Þîdetê dibin, êdî me dît ku tu pirsgirekên di vî warî de nayên çareserkirin. Ji bo vê yekê jî em naxwazin biçin wan panelan…” Dibe ku ev nêrîn rast bin, lê tiþta ku em ji bîr nekin jî ev e: “Têkoþîn û berxwedana bênavber dê me bigihîne serkeftinê. Heta em negihîjin armanca xwe, divê em dev ji xebat û têkoþînê bernedin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be


16-04-2008 09:24 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 16-04-2008 09:24. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment. Last update on 16-04-2008 09:24
Views: 123    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;