Me di vê quncikê de gelek caran der barê zarokan de gelek tiþt nivîsandin, lê belê nêrînên wan zêde dernexist pêþ. Ez dixwazim îro zarok ji bo rola dayik û bavên xwe ya di nav malbatê de çi difikirin, wan binivîsim.
Gava ku em bi zarokan re diaxivin pirsa me ya destpêkê “Tu ji diya xwe yan, ji bavê xwe hez dikî?” ye. Zarokên reben heke dê û bavê wan li cem wan bin, bersiv dayina xwe ya vê pirsê gelekî bi zehmet dibînin. Carinan naxwazin bersivê bidin, hin caran jî bersiva “Ez hem ji diya xwe hem jî ji bavê xwe hez dikim”, didin. Ev yek li gor pisporan bersiveke xwezayî ye û divê ne dê û bav, ne jî kesên din, bersiva ku dixwazin ji devên zarokan bigirin, israrker nebin. Heke bersiva ku tê xwestin ji devê zarokan bê girtin, ev ê di demên pêþ de li ser kesayetiya zarokan bandoreke neyinî bihêle. Ji ber ku ew naxwazin biaxivin, lê hûn bi zorê wan didin axaftin, ew bi vê bersiva xwe gelekî diêþin.
Me ev pirsa li jor ji zarokan nepirsî,lê me jî pirsa “Gelo di malbatê de rola herî girîng a kê ye?” pirs kir. Her gav gelek kes li ser rola jin û mêran nîqaþan dikin û nêrînên xwe tînin ziman. Me xwest ku em vê pirsê ji zarokan bipirsin û me ji bîst û çar zarokan pirs kirin. Temenên zarokên ku bersiv dan vê pirsa me di navbera neh û þazdeh saliyan de bûn. Bersivên wan gelekî balkêþ in. Heke hûn jî li ser vê pirsê hinekî bifikirin û ji çend zarokan bipirsin, hin pirsên ku di hiþên me de cih digirin jî dê zelal bibin. Armanca me ya vê lêkolînê; “gelo zarok di nav malbatê de têkildarî jiyanê ne yan na?” ye. Em pê bawerin ku bi bersivên zarokên xwe, hûn ê jî bi dilekî rihet bijîn.
- Di lêkolînê de, ji þeþ zarokên neh salî, her þeþan jî gotin: “Hem rola dayikê hem jî ya bavî girîng e.Ji ber ku ew her du jî li me miqate dibin.”
- Ji deh zarokan pênc hebên keç, ên ku yazdeh û dozdeh salî ne, gotin “rola dayikê girîng e.” Pênc hebên kur jî bersiva “dayik girîng e, lê rola bavê me jî ji hêla aborî ve gelek girîng e. Heke bavê me nîn be em ê birçî bimînin”, dan.
-Ji heþt hebên ku temenên wan di navbera sêzdeh û þazdeh saliyan de jî dîsa bersiva, “ Heke di malbatê de dayik nîn be, tu kar nameþe û her tiþt ê tev li hev bibe”, dan.
Li gor bersivên wan her çi qas tê gotin ku zarok ji civakê dûr dikevin, me dît ku ew xwedî hin nêrînên balkêþ û rast in jî… Di vî warî de gelek dê û bav giliyên xwe dikin û dibêjin: “Zarokên me der heqê civak û jiyanê de tu tiþtî nizanin û tenê jiyaneke vik û vala dijîn.” Lê belê, bi van bersivan, “zarok ew qasî jî ji civakê dûr nîn in” derdikeve holê.Bi têkiliyên germ û rast zarok tu carî ji malbat û civakê dûr nakevin…Bila dilê me rihet be…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 16-01-2008 08:57. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 32 time. You can leave a comment.
Last update on 16-01-2008 08:57 Views: 530
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 530