Me gelek caran di nivîsan de navê
Yerel Gundem 21’ê bi lêv kiribû. Lê her
gavê jî me xebatên meclîsa jinan anîbû
ziman. Îro em ê li ser xebatên Meclîsa
Ciwanan binivîsin.
Bi rastî di nav civakê de
nêrînên zarok, jin, ciwan û nivîþkanan
gelek caran nayên qebûlkirin. Ev qadên civakê
mecbûr dimînin dengê xwe bi awayekî bigihînin
der û dora xwe. Ew an koman ava dikin û di nav de cih
digirin, an saziyan vedikin, an jî wekî “Meclisan”
xwe bi rêxistin dikin.
Yek ji van jî Meclîsa
Ciwanan a YG 21’ê ye. Ev pênc sal in bi awayekî
serkeftî xebatên xwe didomînin. Di nav meclîsê
de nûnerên bîst (20) sazî û rêxistinan
û temsilkarên hejdeh (18) dibistanên Lîseyê
cih digirin. Ji xeynî sazî û rêxistinan,
kesên serbixwe jî tev li meclisê bûne û
hejmara wan gihîþtiye nod (90) kesan. Meclisê di nav xwe
de komên bi navên “Amadekariya Projeyan, Organîzasyon,
Çapemenî, Lêkolîn, Çand – Huner û
Ciwan û Demokrasiyê ava kiriye.
Her kom bi projeyên cur bi cur
xebatên xwe dikin û xwe û jiyana xwe ya li Amedê
hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî bi
gelek kesan didin nasîn. Bi van xebatên xwe û
hejmara xwe ya bi nod kesan, li Tirkiyeyê meclîsa herî
xurt tê nasîn.
Ji ber ku bi pênc þaredariyên
Amedê re protokol îmze kirine, gava ku projeyan amade
dikin, þaredarî jî di projeyan de wekî hevpar cih
digirin. Slogana Meclîsa Ciwanan a di warê xebatan de jî
wekî ya Þaredariyên DTP’ ê ye û ew jî
dibêje: “Em xwe bi xwe û bajarê xwe bi xwe bi rê
ve dibin.” Di hemû projeyan de teqez ciwanên ku li
taxên xizan dijîn jî tev li xebatan dibin.
Ev hefteyek e ku di çarçoveya
projeyekê de ji Fransayê mêvanên ciwanan
hatine Amedê. Ji meha Kewçêrê vir ve xebatên
projeya bi navê “Bi Gavên Ciwan ve ber bi Demokrasiyê”
didomin. Ev proje ji aliyê Meclisa Ciwanan ve hatiye amadekirin
û Þaredariya Bajarê Nû ya Amedê, Komeleyên
Fransî “ Solidaritê et Libertê û Infos A
Gogo” yê jî hevpariya wê kirine.
Ji van her du komeleyên Fransî
komek ciwan û xebatkar hatin Amedê û çûn
ziyareta gelek sazî û rêxistinan. Tev li
bernameyeke televizyonê û du panelan bûn. Roja
Þemiyê panela “Ciwan û Demokrasî”, roja
Yekþemê jî panela “Jin û þîdet” ê
pêk hatin. Di hemû bernameyan de xebatên sazî
û dezgehên her du welatan hatin nirxandin û
parvekirin.
Di panela Ciwan û Demokrasiyê
de ji komeleya Info A Gogo ya Fransî, ji Zanîngeha
Dicleyê û ji YG21’ê panelîstan nêrînên
gelekî xweþ û girîng anîn ziman. Nêrînên
ciwanên guhdar jî ji bo pêþerojê hêviyên
pir mezin dan me.
Her çi qas li gor Amedê
beþdarî kêm bû jî (divê salon tijî
bûya) dîsa jî naveroka panelê têr û
tijî bû.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 09-04-2008 10:09. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 13 time. You can leave a comment.
Last update on 09-04-2008 10:09 Views: 114
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 114