Ev sernivîs çi qas xwež
tê guhên mirov, ne wisa? Belê Komeleya Kurdî-
Derê saziyeke fermî ye û xebatên xwe li ser
lêkolîn û pêžvebirina Zimanê Kurdî
dike. Ev sal û nîveke ku vebûye û xebatên
xwe yên cur bi cur didomîne.
“Gihandina mamosteyên zimanê
kurdî.” Ev nav, navê projeya ku Navenda Gižtî ya
Kurdî -Derê amade kiriye û saziyeke Katalanên
Îspanyayê jî pižtgirî dayê ye. Saziya
Katalanan a ku bi navê “Ciemen”ê tê zanîn,
xebatên xwe bi pižtgirî dayina gelên ku di nava
demê de zimanên wan tune bûne yan jî ber bi
tunebûnê ve diçin, dike. Bi qebûlkirina vê
projeyê, komeleya me dest bi xebatên xwe kir. Proje dê
žež mehan bidome û herî kêm sih û herî
zêde jî sed mamosteyan perwerde bike. Di sihê meha
çileyê de bi resepsiyonekê danasîna projeyê
pêk hat. Di çarçoveya xebatan de gava duyemîn
jî gihandina mamosteyan bû. Bi beždarbûna gelek
mamosteyên hezkirên Zimanê Kurdî, dersa yekem
dest pê kir. Di waneyê de kêfxwežî û
cožeke mezin hebû. Lê wekî ku em hemû jî
dizanin aqûbeta wan kursên me ne li gor daxwaziyên
me bûn. Ev gavên ku yek bi yek tên avêtin, bi
awayên fermî dibin sedemên jiholêrakirina
qedexekirina zimanê kurdî. Me di wan kursan de
xwendekarên ku dixwestin kurdî hîn bibin, perwerde
dikirin. Mamosteyên ku kurdî hîn dikirin bi rastî
her yek li gor xwe xwediyê zanîneke hêja bûn.
Lê belê, di hînkirina zimên de hin rêbazên
ji hev cudatir jî pêk dihatin û ev jî dibûn
sedemên hin nîqažan. Jixwe bibe nebe dê
pirsgirêkên bi vî rengî derbikevin pêžberî
me. Sedemên van jî diyar in ku bi salan e ev ziman qedexe
ye û zimanekî wî yê nivîskî û
perwerdehiyê jî nîn e. Ji ber vê yekê,
bawer in ku bi van xebatan em ê pirsgirêkên xwe yên
ziman jî çareser bikin.
Di waneya yekemîn de jî
xebata me ya bi hevkariyê xwe da der. Mijar “Alfabeya Kurdî
bû.” Hemû mamosteyên ku beždarî waneyê
bûn, nêrînên xwe yên der barê
mijarê de anîn ziman û waneya ku hatibû
amadekirin jî bi van nêrînên hêja
dewlemendtir bû. Ev wane dê deh hefteyan bidomin. Her
hefte mijarek ê bê dayin. Di dawiyê de, hemû
mijar ê wekî pirtûkeke dersê bêne
çapkirin. Ev ê jî bibe pirtûkeke dersê
ya ji bo kesên ku xwendin û nivîsandina wan heye û
bi kurdî diaxivin. Hemû xebatên projeyê dê
ji aliyê mifetižên Wezareta Hundirîn ên
Tirkiyeyê ve bêne žopandin. Di dawiya žež mehan de jî
hemû encamên projeyê dê bi sempozyûmekê
ji raya gižtî re bêne ažkerekirin. Heke ev xebatên
me bi awayekî serkeftî bi dawî bibin, Komeleya
Ciemenê dê careke din ji bo demeke dirêjtir
pižtgiriyê bide xebatên Kurdî –Derê yên
bi vî rengî. Ev xebata ku bi kedeke bihagiran derketiye
holê dê bi serkeftinê bi dawî bibe û ne
tenê sed mamosteyan amade bikin, ev hejmar, dê bigihîje
bi hezaran mamosteyan.
Dîsa vê rastiyê jî
her kes dizane: “Bê ked û xebat tu dahatiyên
girîng dernakevin holê.” Bi vê minasebetê:
Ew kesên ku dibêjin em kurd in û mafên xwe
yên xwezayî dixwazin, divê di serî de xwedî
li zimanê xwe derbikevin û di vî warî de
bixebitin. Ev sazî, proje û xebat êdî bûne
qadên keddayînê û bila tu kes nebêjin
ku xebat nîn in û em jî naxebitin. Fermo, deriyê
Kurdî –Derê ji her kurdî re vekirî ye.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 06-02-2008 07:51. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 22 time. You can leave a comment.
Last update on 06-02-2008 07:51 Views: 433
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 433