Konseyên Bajaran ên YG 21’an
xebatên xwe yên salan e, salê du caran û žež mehan carê bi
civînan dinirxînin. Ji saziyên fermî û yên sivîl temsîlkar
beždarî civînê dibin û kom û meclîsên ku di bin banê
Konseyên Bajaran de xebatan didomînin, raporên xwe pêžkêžî
delegeyan dikin. Heke der barê raporan de pirs û nêrîn hebin, yek
bi yek tên parvekirin û nîqaž kirin.
Di 25’ê avrêlê de Konseya Bajar a
Amedê jî civîna xwe li dar xist. Di destpêkê de žaredarê Amedê
birêz Osman Baydemir li ser girîngiya civînê axivî û wekî her
carî xîtabê dil û mêjiyê beždaran kir. Parlementerê DTP’ê
yê Amedê birêz Selahattin Demirtaž jî axaftinek kir û got ew
her tim xwe bi alîkariya bajariyên xwe ve gelekî bi hêz dibînin.
Heke ev alîkarî û dilsozî bi hev re bidomin, serkeftina wan a li
parlemenê jî dê xurtir bibe.
Bi tevlêbûneke ji sedî heftê
zêdetir ve mijar û pirsgirêkên bajêr hatin nîqažkirin. Meclîsa
Jinan, Meclîsa Ciwanan, Komên Xebatê yên wekî Koma Dîrok, Çand
û Bajar bûn, Koma Nivîžkanan û Koma Têkožîna bi Koçberî û
Xizaniyê (vê komê berê bi navekî din xebatên xwe didomand, lê
niha ji nû ve hate avakirin) raporên xebatên xwe yên žež mehan
ji bo nirxandina beždaran pêžkêžî konseyê kirin. Me di vê
civînê de jî careke din dîsa dît ku bi rastî heta niha hemû
koman gelek xebatên girîng pêk anîne û gelekên din jî
didomînin.
Ji van xebatan yek jî li ser xizaniyê
bû. Xizaniya ku di van çend salên dawî de bûye belaya serê gelê
kurd, dê çawa bê çareserkirin, bi berfirehî hate guftûgokirin.
Saziya Sarmažikê ya ku ji bo pižtgiriyê bide malbatên xizan
hatiye damezrandin, xebat û projeyên xwe ji beždaran re vegotin.
Ew ê di rojên bê de kampanyayekê bidin destpêkirin. Di vê
çarçoveyê de her kesa/ê ku bixwaze alîkariyê bide vê saziyê
dikare xwe tev li xebatan bike. Ji ber ku barê bajêr gelekî mezin
û giran bûye, tenê saziyek an jî žaredarî nikarin vî barî
hilgirin. Divê alîkariyeke bibiryar û xurt hebe ku barên saziyên
ku van xebatan dikin hinekî siviktir bibin. Ev jî tižtekî ne
giran e. Alîkarî di çand û jiyana gelê me de xwedî cihekî pir
girîng e, divê careke din bikeve nav jiyana me.
Nîqažên herî zêde li ser herêma
nava Sûrê hatin kirin. Ji ber ku TOKÎ dixwaze li nava sûrê
avahî/ xaniyên komelî (toplu konut) çêbike, bajariyan
nerazîbûnên xwe diyar kirin û gotin ew tu carî destûrê nadin
xebateke bi vî rengî. Ew der warekî dîrokî ye û bûye dergûža
gelek žaristaniyan. Li wê derê jî tê xwestin ku wekî Zeugma,
Xelfetî, Heskêf û hwd. dîroka mirovahiyê bê xerakirin. Ji
aliyekî ve dibêjin ku nava Sûrê dê bibe kevnargeheke (muze)
xwezayî û servekirî, ji aliyê din ve jî bi planên vežartî û
xayin ve dixwazin çand û dîrokên gelên li ser vê axa pîroz
jîne winda bikin. Gelo em ê bikaribin van planên hanê pûç
bikin? Erê, heke bajarî bikaribin xwedî li bajar û dîroka xwe û
ya gelên din derkevin, tu hêz nikare wan ji holê rake. Divê her
kes di vî warî de hižyar be û rê nede van planan û bi awayekî
tund bertekên xwe nîžan bide ku ew li vê derê pêk neyên. Ev
yek jî tenê bi xwedî derketin û hezkirina bajêr ve girêdayî
ye.
Ev navnīžana maīlź ji bo botźn spaman hatiye parastin, ji bo hūn bibīnin divź Javascripta we vekirī be
This entry was posted on 30-04-2008 09:33. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 30-04-2008 09:33 Views: 62
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 62