Di destpêkê de ez roþana borî ya we hemû xwendevanên me yên bi rûmet pîroz dikim û dixwazim ev roþan bibe sedema aþtî û biratiyê.
Wekî ku di ser nivîsa me de jî xuya dike, pirsa gelo jin çawa jiyanê nizanin ? Ez ev demeke dirêj e li ser vê mijarê difikirim. Hemû mirov ji bo jiyaneke wekhev ji dayik dibin. Ji ber ku mafê hemû kesan heye ku li vê dinyayê bijîn. Lê gava ku em bala xwe bidin derdora xwe gelek jiyanên ji hev cuda derdikevin pêþ çavên me. Hinek kes dewlemend in jiyan ji bo wan xweþ e, gelek jî xizan in jiyan ji bo wan wekî zindanê ye. Me di nivîseke xwe ya din de jî anîbû ziman ku xizantî bûye para gelê me. Êdî vê yekê her kes qebûl dike. Xizantiya ku ji hêla aborî ve tê zanîn para van kesan e. Lê xizantiyek heye, ez dixwazim wê bînim ziman. Ew jî xizantiya hiþ e…
Di xebatên me yên li taxan ku em bi gel re dikin de derket holê ku jinên me jiyanê tenê wek jiyana xwe ya li mala xwe dizanin û nizanin ku jiyaneke ji jiyana wan cudatir jî heye. Hûn dikarin di jiyana wan de bi her awayî gelek kêmasiyan bibînin. Gava ku em ji wan sedemên van kêmasiyên wan dipirsin, bersivên wan didin der ku ew ji jiyanê pir dûr ketine û wan tenê jiyana xwe ya li nav malê qebûl kirine. Ji bo wan jiyaneke din nîn e û hûn bibêjin jî nebêjin jî jiyaneke din tu caran bala wan nakiþîne. Em jiyana xwe wek mînak didin wan, ew jî bandorê li ser wan nahêle, gelek caran disekinin û li rûyê me dinêrin. Diyar e ku bi me bawer nakin, gelo em rast dibêjin, an wan dixapînin. Li gor wan zarokên kur û yên keç hene û ew mezin dibin û dizewicin, wekî wan zarokên wan jî çêdibin û ew jî dizewicin. Ev jiyan wiha didome û mecbûr e, wiha bidome jî... Di xebatekê de ji pêncî û sê jinan tenê yên deh jinan sê – çar zarokên wan hebûn, yên din jî ji þeþan bigirin heta sêzdehan, xwedî zarok bûn û wan nizanibûn ku ew çima bibûn xwediyê ev qas zêde zarokan. Li gor hinekan xwedê ev zarok dabûn wan, li gor hinekan jî sedem ne diyar bû. Ji çareya neanîna zarokan jî haya wan tune bû. Bersivên ku wan didan pirsên me, bi rastî mirov matmayî dihîþtin… Hevalên ku di vê xebata me ya li taxan cih girtin de der heqê mijar û tenduristiyê de hin agahî dan wan jinan. Hevalan dîtin ku ji sedî heftêyî zêdetir jin ji mijarê bêxeber bûn û gelek ji wan jî xwedî nexweþiyên cur bi cur bûn. Ji wan jinan tenê xwendin û nivîsandina pênc heban hebû. Hema hema ku ev jin hemû zêde ji taxa xwe derneketibûn derve. Derketina wan a derveyî taxê yan bi zarokan re yan jî bi hevserên wan re bûye. Ji ber ku xwendina wan nîn e û rê û dirban nizanin, ew bi xwe jî naxwazin tenê biçin derekê.
Em her gav dibêjin: “Bila jin azad bin!” Belê ev gotin bi rastî gelekî xweþ e. Lê ev jinên ku di vê rewþê de ne gelo dê çawa azad bin? Em ji bo wan azadiyeke çawa dixwazin? Û gelo em çi qas azad in?
Ev her pirs jixwe mijareke nivîsê ye. Lê ez dixwazim ji jinên ku qala azadiya jinan dikin re van tiþtan bibêjim: Bi rûniþtin û axaftinê tu kes azad nabe. Hele ev kes, jinên ku me li jor behsa wan kirin ew bin, wê gavê naveroka vê gotinê jî gelekî vala û pûç dimîne. Lê tiþtên ku em bikaribin bikin jî hene; Ku em bikaribin bi wan jinan re bixebitin û ji bo jiyaneke xweþ ji wan re proje û plansaziyan çêbikin û wan bi her awayî perwede bikin, ew ê jî hêdî hêdî bi jiyanê bihesin û bizanibin ku mirov çawa dijîn û jiyan çi ye…
This entry was posted on 17-10-2007 08:22. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 29 time. You can leave a comment.
Last update on 17-10-2007 08:22 Views: 700
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 700