Min ê ev nivîsa xwe du
hefte berê binivîsanda. Ji ber ku li ser wê
çalakiyê demeke dirêj derbas bû, dibe ku hin
xwendevan gazincan jî bikin, lê bi rastî min hêj
xweþikbûna wê rojê ji bîr nekiriye. Heke ez
wê xweþikbûnê nenivîsim, ez ê
neheqiyeke mezin li wê keda ku wan kesan li wê derê
dane bikim. Weþanên Avestayê ew çalakî di
çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
de pêk anî. Ji ber ku ev çalakî ne
çalakiyeke ji rêzê bû, em dixwazin li vê
derê spasiyên xwe pêþkêþî Avestayê
bikin.
Ew ji Îran, Iraq, Sûriye û
Tirkiyeyê hatibûn Amedê. Pênc helbestvanên
jin bi cil û bergên xwe yên rengîn û
nazikiya jinê ve dika salona þanoyê wekî baxçeyê
gulan xemilandibûn. Bi giþtî di çalakî û
bernameyên wisa de her tim mêr cih digirin, em zêde
jinan nabînin. Ev dîmen ji bo me gelekî girîng
bû. Hemû guhdar bi helbestên bi dengên wan
jinên helbestvan sermest bûn.
Bi zaravayên Kurmancî û
Soranî bi ziyafeta zimanê kurdî têr bûn.
Her yekê bi awazên xwe yên nerm û germ
helbestên xwe pêþkêþî me kirin. Lîstikvana
hêja Julîde Kuralê jî wergera wan a bi zimanê
Tirkî pêþkêþ kir. Lê tenê bi
kêmasiyeke çalakiyê hesiyan…
Guhdarên ku bi zaravayê
zazakî dizanibûn hinekî xemgîniyên xwe
anîn ziman, ew mecbûr man tenê bi tirkî wê
bedewbûnê bibihîzin. Baweriya me ew e ku rojekê
em ê helbestên zazakî yên ku jinan
nivîsandine, wan jî bibihîzin.
Di helbestan de hest û daxwazên
jinan, hemû ji jiyana wan a bindest xwe dida der. Tiþtên
ku xwestine lê nikaribûne ku bijîn û
bibêjin(hem wekî jin, hem jî wekî gelê
xwe yê ku di bin bandora çar welatan de dijîn) yek
bi yek li ber çavan raxistine… Bi teþiya destê xwe
bend ristine û bi wan bendan jî tevnên rengîn
çêkirine… Hinek bi evîn, hinek jî bi
girî...
Di hin helbestan de jî serî
li hember zilm û zordariyê rakirine; carina li hemberî
kevneþopiya civaka mêrî, carina li hemberî
qetliamên ku gelê wan bi sedan caran pê re rû
bi rû mane û yên jinan, carina jî li hember
olê. Ola ku bandora mezin li ser civaka wan dihêle û
gelek tiþtan ji bo wan qedexe dibîne…
Ew nikarin van tiþtên ku qebûl
nakin li hember zordestên xwe bi devê xwe bibêjin,
loma ew jî ragihîþtine pênûsên xwe.
Fatma Savci û Gulîzer ji Tirkiyeyê (yek hevala min
a hêja, yek jî xwendekara min a delal), Jana Seyda ji
Sûriyeyê, Kejal Ahmed ji Iraqê û Nahîd
Huseynî ji Îranê, her pênc jinan jî di
ciwaniya xwe de cihên xwe yên bi rûmet li qada
nivîsa helbestê neqiþandine. Ew ê ji bo gelek
jinan bibin mînakên zindî û riyên girtî
û tarî li ber wan vekin.
Wekî ku Kejal Ahmed jî di
helbesta xwe ya bi navê “AWÊNEM ÞIKAND” de dibêje:
“Min neynika qederê þikand”
, êdî jin dikarin di hemû qadên jiyanê
de fikr û ramanên xwe bi awayekî hêsantir û
rihettir bînin ziman, bi taybetî jî dê di
warê nivîsê de qedera xwe biguhêrin…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 02-04-2008 09:01. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment.
Last update on 02-04-2008 09:01 Views: 208
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 208