Di van çend salên dawî
de, di gelek civînan de dayikên me ji ber ku civînên
ku dihatin lidarxistin bi zimanê tirkî bûn, ji
rêveberên sazî û dezgehan re rexne û
giliyên xwe dikirin, lê tu caran tu kesî/ê
guh nedida wan. Wan jî hêdî hêdî xwe ji
civînan dûr xistin û xwe tev li xebatan nekirin.
Sedema netevlêbûna dayikan
gelek caran bû mijara nîqaþan, lê tu kesê/î
negot ku sedem ziman e û dayik ji me û zimanê ku em
bi kar tînin fêm nakin, aciz dibin û ji bo vê
yekê jî nayên bal me. Bi rastî gelek sedemên
din jî hene û ew jî gelek caran hatin nîqaþkirin,
lê belê ya herî girîng ziman bû û
me qet serê xwe pê neêþand. Îro gelek kes
êdî vê jî nîqaþê dikin. Li ser
girîngiya zimên panel, semîner û konferans
tên lidarxistin.
Di destpêkê de bi zimanê
tirkî ev xebat dihatin kirin, lê niha gav bi gav, em
civîn û xebatên xwe tînin ser xeta xwe ya
rastîn û bi zimanê dayikê dikin. Zanyar
girîngiya zimên a di jiyana mirovan de wisa þîrove
dikin: “Mirovek her çi qas bi zimanekî din bikaribe
hest û ramanên xwe bîne ziman jî, dîsa
di þîn û þahiyên xwe de teqez vedigere ser zimanê
xwe yê dayikê.”
Di 13’ê vê mehê de,
Navenda Giþtî ya Komeleya Lêkolîn û
Pêþvebirina Zimanê Kurdî, Kurdî-Derê
li Amedê paneleke bi navê “Ziman û Siyaset” li
dar xist. Li ser vê panelê di Çapemeniya Azad de
nivîsên pir hêja hatin nivîsandin, lê
ez dixwazim li ser nêrînên dayikeke me hin tiþtan
binivîsim. Ev dayik jî yek ji guhdarên vê
panelê bû…
Dayika delal li teniþta min û
kurê xwe yê þazdeh salî rûniþtibû û
wekî guhdarên din, ên ku salon bi dev re tije
kiribûn, ji dil û can guhdariya panelîstên
hêja dikir. Ji çavên hemû kesên li wê
derê dilþadiyek dihat dîtin û hestkirin. Lê
belê kêfxweþiya dayikê ez nikarim bi nivîsandinê
bînim zimên. Dibe ku em ji vê hevoka wê, ya
ku piþtî panelê ji kurê xwe re got hestên
hemû dayikên ku nayên civînan vebêjin:
“Kurê min heke careke din jî tiþtên wisa bi
zimanê me bibin, dîsa min bîne, dibe? Ez ê bi
kêfxweþiyê tev li xebat û çalakiyên
wisa bibim.”
Ev demeke dirêj e û cara
yekem e ku ez ji devê dayikekê gotineke wisa ji dil
dibihîzim. Her tim dayikan an salonên civîn û
panelan diterkandin an jî piþtî xebatan gazincên
xwe dikirin û digotin: “We îro jî em bi zimanê
tirkî têr kirin, mala we ava. Heyran, hûn hemû
bûne tirk, dixwazin me jî bikin tirk, lê niyeta me
ya ku em bibin tirk nîn e!” (?) Bi avabûnê mala
me ava jî, lê ev bi salan e ku me ew ji xwe dûr
xistine, em ê çawa bikaribin dilê wan þad bikin û
wan careke din dîsa li cem xwe bibînin?
Belê, êdî rê û
rêbazên wê jî hêdî hêdî
diyar dibin… Heke em bikaribin xwedî li zimanê xwe
derkevin û bi vê yekê jî rûmetê
bidin dayikan û têkoþîna wan a bi salan e ku
bênavber didomînin, ew ê dîsa li cem me cihên
xwe bigirin…
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 23-04-2008 08:07. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 8 time. You can leave a comment.
Last update on 23-04-2008 08:07 Views: 81
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 81