• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Cemîl Bayik arrow Birîneke kûr û veþartî
Birîneke kûr û veþartî Binivîse E-posta
 

Ji bo ku em hinekî serê xwe li ser vê rewþê biêþînin, ez dixwazim bêþîrove ji devê stembaran hin tiþtan binivîsim, da ku em bandora ku van bûyeran li ser wan hiþtine pê bihesin:

1- Keça sêzdeh salî ya ku her roj digiriya û di têkiliyên xwe yên bi zilam û zarokên kur de her tim êrîþkar bû, rojekê hat bal min û bûyera ku hatiye serê wê ji min re got:

“Ev du sal e birayê min ê bîst û heþt salî gava ku ez diçim rakevim tê bal min û rihetiyê nade min. Ez dixwazim wî bikujim. Min ev bûyer du sê caran ji diya xwe re got, lê her carê jî diya min ji min re hêrs bû û wekî ku ez sûcdarim tevgeriya. Heke tu alîkariya min bikî û riyekê nîþanî min bidî ez ê li gor gotinên te tevbigerim.” Li ser van gotinan me keçik bir bal pisporekî û niha rewþa wê baþ e û diçe lîseyê.

2- Keçeke hivdeh salî bûyer ji mamosteyeke xwe re gotibû û mamoste jî ji me alîkariya ku em keçikê bibin bal pisporekî xwest. Gava ku me bûyer bihîst, me ji mirovatiya xwe þerm kir: “Ez niha xwedî zarok im. Kurê min du salî ye û niha li ku derê ye ez nizanim. Bavê min ev tiþt sê sal berê anî serê min. Min her gavê ji diya xwe re digot, lê wê guh nedida gotinên min û ji min re hêrs dibû. Paþê ez ducanî mam. Min dixwest ez vî tiþtî veþêrim.Ji bo vê yekê ez çûm qursa Qur’anê. Min fîstanê fireh li xwe dikir û ji derdora xwe re jî digot mamostaya me dibêje ku divê jin fîstanên fireh li xwe bikin ku bila þiklê bedena wan diyar nebin. Heta ku ez nexweþ ketim û bi þev em çûn nexweþxaneyê malbata min nizanibû ku çi hatiye serê min. Polêsan îfadeya min girtin û bûyer derket holê.” Niha bi alîkariya bijîþkan derûniya keçikê ber bi baþbûnê ve diçe.

3- Ji îfadeya bavekî jî ez dixwazim çend hevokan binivîsim: “Têkiliyên min û hevsera min ne baþ bûn. Keça min jî her roj li ber çavên min mezin û xweþik dibû min pê xwe nekarîbû û min ev pîsîtî kir. Ez dixwazin pisporek alîkariya min bike. Ez bawer dikim ku ev nexweþiyek e. Ji ber ku bavek tu caran naçe bal keça xwe. Çi dibe alîkariya min bikin.”

4- Li ser bûyera ku kurê wê aniye serê keça wê, ji devê dayikekê çend gotinên balkêþ:

“Keça min her tim ji min re digot. Min jî bala xwe dida wan. Erê gotinên keça min rast bûn, lê gotinên min ên ji kurê min re tu pere nedikirin. Ez jî her roj diqehirîm. Heta ku keça min duhalî ma hiþê min hate serê min. Gelo min dikarîbû û cesareta min hebû ku ez bibêjim kurê min ev pîsîtî kiriye? Na. Min dengê xwe nekir û bi biryar û zora meclîsa malbatê ve keça min xwe kuþt.” Niha dayik tedawiya derûniyê dibîne.

5- Tenê ev bûyer tên serê keçan? Na. Bûyera ku hatiye serê zarokekî kur jî gelekî balkêþ e. Kurik çardeh salî ye û ji aliyê birayê xwe yê bîst û þeþ salî ve tê tacîzkirin. Ji ber vê yekê me li jor jî anî ziman ku divê dayik gelekî hiþyar bin û di nav malê de perwerdehiyeke baþ bimeþînin, ew ê rê li ber bûyerên bi vî rengî bigirin. Em bi xwîþka kurik re axivîn û me jê pirs kir: “Gelo ji bo çi birayê mezin dikeve nav têkiliyeke wisan?” Bersiva wê rewþa ensestê ya di nav civakê de dide der: “Li derve hin kes diçin bal wî ew jî li malê diçe bal birayê xwe. Em nikarin tu tiþtekî bikin û bibêjin. Ev gelekî normal e. Her kes van tiþtan dikin.”

Belê wekî ku me li jor jî got, me ev bûyer bêþîrove dan. Heke her kes miqatî zarok û derdora xwe bibin û gotinên pisporan bi cih bînin, dibe ku hejmara van bûyeran hinekî kêm bibin…

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

05-10-2007 16:08
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 05-10-2007 16:08. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 27 time. You can leave a comment. Last update on 05-10-2007 16:08
Views: 496    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê