Di her malbatê de zarok hene.
Mezinkirina zarokan çi qas zehmet e, kesên ku wan mezin dikin
dizanin. Ji dayikbûnê heta neh- deh saliyê bi rastî gelek zehmetî
hene lê zehmetiya herî girîng û giran bersivdayina pirsên
zarokên biçûk e. Dê û bav gelek caran aciz dibin û nikarin
bersiva pirsên zarokên xwe yên biçûk bidin.
Taybetiyên mezinbûna zarokên temenên
wan di navbera 0-6’an de meh bi meh an jî sal bi sal ji hev
cudatir in. Hem ji aliyê fizîkî ve hem jî ji aliyê mejiyê ve
dem bi dem gelek guherîn çêdibin. Lê belê em dixwazin di vê
nivîsê de li ser dema ku zarok dest bi axaftinê dikin û herî
zêde jî pirsên der heqê tiþtên zayendî, cîhan, feza û mirinê
de dikin bisekinin.
Heta çar-pênc-þeþ saliyên xwe
zarok hêdî hêdî dest bi axaftineke xweþ dikin, derdora xwe baþ
nas dikin û her tim ji mezinan sedemên tiþt û bûyeran dipirsin.
Em hemû dizanin ku zarok zêde nikarin bala xwe ji bo demeke dirêj
bidin mijarekê û gotinên mezinan guhdar bikin. Gelek caran pirsekê
dikin, lê hê bersiva wê pirsê baþ fêm nekirine pirseke din
dikin. Ev yek jî ji aliyê mezinan ve baþ nayê fêmkirin û ji
zarokan hêrs dibin, ka gelo zarokên wan ji bo çi pirsên wisa
dikin, tu carî serê xwe pê naêþînin. Ji ber ku zarok di vî
temenî de tiþtên rastîn û xeyalî, yên þerm û neþerm nikarin
ji hev veqetînin û kîjan tiþt rast in kîjan xeyal in nizanin,
bala xwe nadin gotinên ku wan qanê nakin. Pirsên wan her tim li
ser zayend û zayendîtiya wan, mirin û fezayê ne. Pirsên wekî
“Ez çawa çêbûme? Ez ji ku derê hatime? Mirov çawa dimire?
Çima dimire? Ji ber ku kal û pîr dimirin, hûn pîr nebin. Hûn ê
kengî bimirin? Roj û heyv çawa li ezman disekinin? û hwd…dikin.
Heta bersiveke ku têrî wan bike negirin, wan pirsên xwe her roj
dubare dikin.
Di 6 saliya xwe de zarok xwedî
xezîneyeke bi sê hezar peyvan in. Dikarin bi van peyvan deman ji
hev cuda bikin û dema niha, bê û borî bi kar bînin. Di vê demê
de pirsên wan jî her ku diçe zêdetir dibin, dê, bav û kesên
din ên ku li wan dinêrin bi van pirsan aciz dibin. Gelek caran
mezin dibêjin: “ev zarok ne normal in” û ji wan hêrs dibin,
bersivê nadin pirsên wan ên derheqê zayendîtî û mirinê de. Lê
belê tiþtên ku tên jibîrkirin û nayên zanin jî hene: Zarokên
ku zêde pirsan dikin, dixwazin bibin xwedî keseyatiyekê. Dibêjin
em jî wekî kesekî/ê hene û me jî bidin ber tiþtekî. Ji bo vê
jî pispor van þîretan li dê û bavan dikin:
-Heke bi bersivên kurt û biwate ev
pirsên wan bên bersivandin, zarok jî dê xwe bihêz û biqîmet
hest bikin.
-Heke bersiv têrî wan bikin, êdî ew
wan pirsên xwe dubare nakin.
-Heke bersiv dirêj bin û li gorî
asta fêmkirina wan nebin, ew gelek caran guh nadin bersivan û
mecbûr dimînin pirseke din bikin û pê jî mezinan aciz dikin.
- Heke pirsên zarokan neyên
guhdarîkirin û bersiv neyên dayin, ev jî dê bibin sedema
þikestina axaftina wan û êdî xwesteka axaftinê jî dê ji holê
rabe.
-Heke zarok heta 7 saliya xwe pirsên
wisa nepirsin, zanibin ku ev zarok ne normal in. Ji bo ku zarok van
pirsan bikin, mezin dikarin alîkariyê bidin wan û bingeha pirsan
amade bikin.”
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 07-05-2008 09:07 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 07-05-2008 09:07 Views: 28
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 28