1’ê Gulana borî ji bo karker û
kedkaran û ji bo dewleta tirk jî veguherî azmûnekê. Lê em ê
îro serê xwe li ser vê neêþînin. Jixwe hefteya borî me serê
xwe pê êþandibû. Di 1’ê Gulana borî de bi þev û bi roj
îmtîhaneke din hebû. Di vê îmtîhanê de ji bilî Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê, Tirkiye, Îran û Iraqê aliyekî din ê
meseleyê hebû.
Xwedê zane jixwe bala her kesê kurd jî li ser vê
yekê bû. Ew jî Rêveberiya Baþûrê Kurdistanê bû. Ango
dijminahiya Tirkiyeyê, Îran û Iraqê bi tecrûbeyên me yên
dîrokî berê jî dihate zanîn û heta radeyekê aþkera bû.
Helbet ev hêz li ser dijminatiya li dijî kurdan dikarin çiqasî
piþta hev mizdin, bi hev re çiqasî dikarin bibin serî, ev
mijareke bi serê xwe ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî
dikarin ji bo berjewendiyên xwe, haþayî huzûrê bi gotineke
amiyane “bavê xwe bifiroþin”; ev jî tê zanîn. Lê werin û
li ecêba kesî nedîtî binêrin! Di êrîþa hêzên hewayî ya
artêþa Tirkiyeyê de þûn û þopên hevkariya DYA’yê bi Îranê
re xuya dike.
Weleh min nanê te nexwar!
Ji berê de gotine xwihê li birê mahr
bike, ecêb sê roj in. Ecêba vê ecêbê jî nema. Lê ne me got,
1’ê Gulanê ji bo Rêveberiya Baþûrê Kurdistanê jî azmûneke
baþ bû. Bi rastî jî hevdîtina di navbera Nêçîrvan Berzanî û
Heyeta Tirk de, hevdîtinên lixwemikurhatina hevkariya bi dijminê
kurdan re li ser dijminatiya kurdan bû. Meseleyek heye, dibêjin
þivanek çûye ber pezê xwe li zozanan. Piþtî demekê þivanekî
din jî hatiye nêzî wî. Vir de wê de dem li wan boriye. Saeta
firavînê ye. Þivanê pêþî tê li tûrikê xwe dinêre, nanê wî
hemû hatiye xwarin. Reben hîç gumanê ji hevalê xwe yê þivan
nake. Ji wî we ye kerê nan xwariye. Tam wê kêliya ku ew hê li
hundurê tûrê xwe dinêre, þivanê din ji dûr ve dike qêrîn:
“Keko wele min nanê te nexwariye!” Hê nû tê ber dilê þivên
ku þivanê hevalê wî nanê wî xwariye. Vêca Piþtî van
qewmînan, piþtî vê hevkariya bi dijmin re Rêveberiya Baþûrê
Kurdistanê bêje “Keko wele min nanê te nexwariye” jî êdî
baweriya me kurdên çar parçeyên Kurdistanê jî zehmet e pê
were.
Piþtî van bûyeran niha heyeteke
DTP’î li Iraqê ye û wê bi rayedarên baþûrê Kurdistanê re
hevdîtinan pêk tînin. Lê li gorî min dermanê herî baþ ji bo
vê nexweþiya îxanetê, xwemêtinê, birakujiyê ew e ku gel xwe ji
piþt ‘hêzên ku biryaran didin’ bide alî. Xwedê heye, di van
mijaran de êdî kurdên çar parçeyên Kurdistanê jî têra xwe
xwedî tecrûbe ne û wê vê destpêka nû ya nexweþiya navbihurî
zû bifetisînin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 09-05-2008 08:41 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment.
Last update on 09-05-2008 08:41 Views: 29
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 29