• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Pencþem
22
gulan
Mal arrow Mamoste Xemrevîn arrow Sala nû û xweziyên mezin...
Sala nû û xweziyên mezin... Binivîse E-posta
 

Saleke din çû, sala nû hat. Her kes di rojên dawiya salê de pirsên zêde li pêþberî xwe dibîne ka: Gelo min di sala derbasbûyî de çi kir û çi nekir? Planên ku di mejiyê min de bûn, çiqas bi ser ketin? Aya ez mirovekî/e serketî bûm an na? Çima min wa kir û wa nekir?... Û bi dehan pirsên din. Gelek kes ji jiyana xwe razî ne. Hingî ne poþman in ku saleke din li ser temenê wan zêde bûye, lê hinek jî bi “ax û pof” in û pite-pita wane ka: “çima ez di jiyana xwe de kesekî/e serkeftî nebûm?” Hinek xwe bextewar û hinek jî xwe bextreþ dihesibînin. Mirov giyandarekî þiûrdar e û bi wê sedemê jî weke “eþrefê mexlûqat” hatiye binavkirin. Ji bo wê jî mirov her tim li pey jiyaneke nû û xweziyên mezin in.

Elbet jiyana mirovan jî yanî berhem û pêkanîna projeyên baþtir çi biçûk an jî mezin, ferq nake. Lê ya girîng ew e ku di jiyanê de pêngavek ber bi pêþve hatibe avêtin. Ger wisa nebe, jiyan nikare jiyaneke bi berhem be. Ferqa me û giyandarên din yên li ser rûyê erdê jî tenê di vir de ye. Kesên ku di destpêkê û dawiya salê de pirsên wiha ji xwe dipirsin, pîvanên wan yên ji bo jiyanê hene. Kesên wiha ji sedî sed rojekê yê di peydakirina plan û projeyên xwe de bi ser bikevin. Ew dikarin xwe di nava koma mirovên bextewar de bibînin.

Li aliyekî din jî gelek kes hene ku haya wan ji çerxa felekê tune, roj û sal, dem û dewran ji wan re bêwate ne. Çawa diçe, bila biçe û wek bav û kal dibêjin: “Ne xema wan e, ne dema wan e, qirçe-qirça benîþtê wan e.” Ew di dirêjahiya hemû rojên salekê de li bendê ne ka çawa roja wan bidawî bibe û “wextkujî” ji wan re karê sereke ye. Mixabin mirovên bêarmanc jî xwedî felsefeyeke wiha ne. Ez wan ji koma bextreþan dihesibînim. Kesên ku nizanin çima hatine, ku de diçin û çima diçin, giyandarên bêþiûr in.

Xweziya bi wan kesên ku dixwazin hemû rojên wan yên jiyanê, rojên pirbar bin. Poþman nebin ku saleke din li ser temenê wan zêde bûye.

Ger em wek neteweyek çend milyonî ji xwe bipirsin ka di sala derbasbûyî de me çi kiriye û çi encam ji bo doza xwe standine, nizanim bersiv dikare çi be. Lê li gorî min: Di sala derbasbûyî de kurd di qada siyasetê de zêde serketî nebûne. Li bakurê Kurdistanê þerê kurdan ji bo demokratîkbûna Kurdistan û Tirkiyeyê bêrawestan berdewam bûye. Ger encamên mezin jî bidest neketibin, ew vedigere ser bêhelwestiya rayedarên komara Tirkiyeyê ku hê jî bi mejiyê xwe mîna 85 sal berî niha difikirin. Lê bizava rizgarîxwaziya bakurê Kurdistanê karî ala aþtîxwazî û demokrasiyê hem li serê çiya û hem jî li bajar û gundên Kurdistan û Tirkiyeyê bilind bike. Di qada siyasetê de ev serkeftinke mezin bû. Li baþûrê welat rewþa Kerkûkê hê jî mîna berê ye. Di sala nû (2008) de ka ev girêka kor û venebûyî yê vebe yan na, carê kes nizane. Di dawiya sala 2007’an de faþîstên tirk dîsa jî dilreqiya xwe ya li dijî doza kurdan baþtir dan aþkerakirin. Bombebarana gundên jêriya çiyayê Qendîlê bi hinceta ji holêrakirina þervanên PKK’eyî, careke din tirsa tirkan ya ji çêbûna dewleteke kurd, da xuyanîkirin. Wan bi karekî wiha xwestin þerpezetiyê bixin nava jiyana kurdên Baþûr, lê nezanîn ku bi kiryareke wiha hovane kurd jî li jêr û jor dibin yek. Xweziya rojek bê ku dagirkerên axa me ya zêrîn bi zimanê me bizanin û fêm bikin ka kurd çi dixwazin.

Hêvîdarim di sala nû de her kes bi plan û projeyên mezin ber bi pêþve biçe. Ger di jiyanê de kar û proje bi awayekî sîstematîk û rêk û pêk bên darijandin, her kes dikare bi ser bikeve. Hêvîdarim em tev di jiyana xwe mirovên dûrbîn û serkeftî bin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

02-01-2008 07:55 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 02-01-2008 07:55. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 22 time. You can leave a comment. Last update on 02-01-2008 07:55
Views: 612    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;