• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Li Îranê karker
Li Îranê karker Binivîse E-posta
 
Kalekî pîr û westiyayî ji karkeriya rojane bi þile-þilî derî vekir û ket hewþa malê. Mirov sed êþ û elem di rûyê wî de dibîne. Keç û jin ji malê derdikevin. Li bin dîwarê hewþê bi hev re rûniþtin. Keça ciwan bi kenekî tijî hêvî çayekê ji bavê xwe re tîne û dibêje: “Babo îro xwediyê xanî hatibû û kirê dixwest…” Wê rojê ev xebera duyêm bû ku êþek mezin xistibû ruhê wî. Xwediyê kargehê jî sibehê jê re gotibû: “Ji meha bê û pê de pêwîstiya me bi te tune…”

Kalê 70 salî bi wan destên xwe yên pînekirî û birîndar bêdeng li dîwar dinêrî. Çaya wî sar bû û nedizanî çi bêje. Di rewþeke wiha de wî dizanî kû li Îranê debara jiyana jin û çar zarokan ne karekî hêsan e. Ji xwe pirsî: “Çi bikim, em di agirê jiyanê de disojin û debarê dikin…”

Ji aliyekî peydakirina nan û ji aliyê din jî amadekirina cihêza keça ciwan weke çiyayekî hatin ber çavên wî. Hemû meaþê wî 230 hezar tomenê Îranê ye. Lê tenê kirê 130 hezar tomen e. Ê… ka kesekî wiha kîjan derdê jiyanê derman bike? Wî heta niha bizehmet karîye kirêya malê bide, lê nizane ka yê çawa diravê kirîna cihêzên keça xwe jî peyda bike. Bi hêvî û êþa zehmetiyên jiyanê tu ronahiyek li ber xwe nedidî.

Ji sala 1979’an heta niha neh dewlet di bin siya komara îslamî ya Îranê de hatine ser kar. Lê heta niha û di çaxê þerê Îran û Iraqê da jî gel ev qas bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû nemane. Fabrîka ji aliyê aborî ve rastî þikestê hatine, bi hezaran karker ji kar hatine avêtin û bi hatina dewleta Ehmedînejad re jî pêwîstiyên rojane piþta çîna karker tewandiye. Li rojhilatê Kurdistanê rewþeke wiha gelek xirabtir e jî. Çimkî li Kurdistanê kêm nin e karkerên ku sê-çar mehan meaþê xwe ji xwediyê fabrîkaye nestandine. Hiqûqê wan ê mehane jî têrî daxwazên wan ê jiyana rojane nake. Nebûna îmkanên dermanî û hevkariya dewletê di warê xizmetgozariyên civakî de jî sinorê feqiriyê di nava çîna karker de çiqas ku diçe nêzî xêza sor dike. Dewleta Ehmedînejad di siyaseta xwe ya aborî da serkeftî nebûye. Ew niha neçar mane ku fabrîkayên dewletê bifiroþin sermayedarên dewlemend. Feqir û hejar sal bi sal feqîrtir û dewlemend û xwedî kapital jî çiqas ku diçe dewlemendtir dibin.

Kesên ku ji mafê karkeran jî parêzvaniyê dikin bi giranî rastî êrîþên dewletê tên. Tên girtin, îþkence kirin û di encamê de jî ji kar têne derxistin. Vê siyaseta dewletê tirs û wehþeteke mezin xistiye nava çîna karkerên Îranê. Berî pênc salan Mensûr Isanlo yek ji rêberên sendîkaya þirketa bi navê Vahid hat girtin û heta niha jî di girtîgeha Êvîn (li Tehranê) girtiye. Hemû gunehê wî jî ew bû ku li ser mafê karkeran dijberiya xwe dabû xuyanîkirin. Her wiha Mehmûd Salihî çalakgerê karkeriyê li Kurdistanê ji yekê Gulana sala derbasbûyî heta niha girtiye û yanzdeh kes ji hevkarên wî jî rastî îþkenceyên giran hatin. Li Îranê kovar û rojnameyên weke Rahê Ayendêh (riya paþerojê) ku li ser pirsgirêka karkeran dinivîse, rastî qedexe û sansurê tên. Dibêjin stûna aboriya her welatekî çîna karker in. Lê li Îranê rastiyeke wiha nayê dîtin. Stres û pirsgirêkên çîna karker wisa zêde ne ku aboriya Îranê nexweþ kirine.

Rewþa Îranê di roja îro de li cîhanê tevliheve. Þerekî hemû cîhanê li dijî Îranê mumkûn e biqewime. Belkî armanca rayedarên Îranê ji vê siyaseta çewt ew e ku gel hejar bimîne û di wî þerê ku li hemberî xwe dibînin, hingî hêza wan bikar bînin. Çimkî di rewþa birçîtiyê de karker neçar dimînin ku dest bavêjin her karekî.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 


06-05-2008 08:50   Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-05-2008 08:50  . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment. Last update on 07-05-2008 08:30
Views: 209    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;