Kalekî pîr û westiyayî ji karkeriya
rojane bi þile-þilî derî vekir û ket hewþa malê. Mirov sed êþ
û elem di rûyê wî de dibîne. Keç û jin ji malê derdikevin. Li
bin dîwarê hewþê bi hev re rûniþtin. Keça ciwan bi kenekî
tijî hêvî çayekê ji bavê xwe re tîne û dibêje: “Babo îro
xwediyê xanî hatibû û kirê dixwest…” Wê rojê ev xebera
duyêm bû ku êþek mezin xistibû ruhê wî. Xwediyê kargehê jî
sibehê jê re gotibû: “Ji meha bê û pê de pêwîstiya me bi te
tune…”
Kalê 70 salî bi wan destên xwe yên
pînekirî û birîndar bêdeng li dîwar dinêrî. Çaya wî sar bû
û nedizanî çi bêje. Di rewþeke wiha de wî dizanî kû li Îranê
debara jiyana jin û çar zarokan ne karekî hêsan e. Ji xwe pirsî:
“Çi bikim, em di agirê jiyanê de disojin û debarê dikin…”
Ji aliyekî peydakirina nan û ji aliyê
din jî amadekirina cihêza keça ciwan weke çiyayekî hatin ber
çavên wî. Hemû meaþê wî 230 hezar tomenê Îranê ye. Lê tenê
kirê 130 hezar tomen e. Ê… ka kesekî wiha kîjan derdê jiyanê
derman bike? Wî heta niha bizehmet karîye kirêya malê bide, lê
nizane ka yê çawa diravê kirîna cihêzên keça xwe jî peyda
bike. Bi hêvî û êþa zehmetiyên jiyanê tu ronahiyek li ber xwe
nedidî.
Ji sala 1979’an heta niha neh dewlet
di bin siya komara îslamî ya Îranê de hatine ser kar. Lê heta
niha û di çaxê þerê Îran û Iraqê da jî gel ev qas bi
zehmetiyên jiyanê re rû bi rû nemane. Fabrîka ji aliyê aborî
ve rastî þikestê hatine, bi hezaran karker ji kar hatine avêtin û
bi hatina dewleta Ehmedînejad re jî pêwîstiyên rojane piþta
çîna karker tewandiye. Li rojhilatê Kurdistanê rewþeke wiha
gelek xirabtir e jî. Çimkî li Kurdistanê kêm nin e karkerên ku
sê-çar mehan meaþê xwe ji xwediyê fabrîkaye nestandine. Hiqûqê
wan ê mehane jî têrî daxwazên wan ê jiyana rojane nake. Nebûna
îmkanên dermanî û hevkariya dewletê di warê xizmetgozariyên
civakî de jî sinorê feqiriyê di nava çîna karker de çiqas ku
diçe nêzî xêza sor dike. Dewleta Ehmedînejad di siyaseta xwe ya
aborî da serkeftî nebûye. Ew niha neçar mane ku fabrîkayên
dewletê bifiroþin sermayedarên dewlemend. Feqir û hejar sal bi
sal feqîrtir û dewlemend û xwedî kapital jî çiqas ku diçe
dewlemendtir dibin.
Kesên ku ji mafê karkeran jî
parêzvaniyê dikin bi giranî rastî êrîþên dewletê tên. Tên
girtin, îþkence kirin û di encamê de jî ji kar têne derxistin.
Vê siyaseta dewletê tirs û wehþeteke mezin xistiye nava çîna
karkerên Îranê. Berî pênc salan Mensûr Isanlo yek ji rêberên
sendîkaya þirketa bi navê Vahid hat girtin û heta niha jî di
girtîgeha Êvîn (li Tehranê) girtiye. Hemû gunehê wî jî ew bû
ku li ser mafê karkeran dijberiya xwe dabû xuyanîkirin. Her wiha
Mehmûd Salihî çalakgerê karkeriyê li Kurdistanê ji yekê Gulana
sala derbasbûyî heta niha girtiye û yanzdeh kes ji hevkarên wî
jî rastî îþkenceyên giran hatin. Li Îranê kovar û rojnameyên
weke Rahê Ayendêh (riya paþerojê) ku li ser pirsgirêka karkeran
dinivîse, rastî qedexe û sansurê tên. Dibêjin stûna aboriya
her welatekî çîna karker in. Lê li Îranê rastiyeke wiha nayê
dîtin. Stres û pirsgirêkên çîna karker wisa zêde ne ku aboriya
Îranê nexweþ kirine.
Rewþa Îranê di roja îro de li
cîhanê tevliheve. Þerekî hemû cîhanê li dijî Îranê mumkûn
e biqewime. Belkî armanca rayedarên Îranê ji vê siyaseta çewt
ew e ku gel hejar bimîne û di wî þerê ku li hemberî xwe
dibînin, hingî hêza wan bikar bînin. Çimkî di rewþa birçîtiyê
de karker neçar dimînin ku dest bavêjin her karekî.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 06-05-2008 08:50. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment.
Last update on 07-05-2008 08:30 Views: 232
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 232