Li jêr çiyayekî rûniþtiye, haya wê ji dinyê tune. Bi hemû hisên xwe ve çûye nava deryaya hunerê. Dengê wê ji dil tê. Xuyaye ku ji zarokatiyê xweþxaneke taxa bajêr bûye. Çimkî di qirika wê de terbiye heye. Keçên bedew ku di rûyê tevan de ken û îradeyek taybetî xuya ye, li dora wê civiyane. Yek ji Urmiyeyê, yek ji Amedê û yên din jî ji her yek ji aliyekî Kurdistana mezin in. Bêdeng, bi ramanên kûr hem dixwazin çêjê ji dengê wê bigirin, hem jî dixwazin bizanin ka çawa behsa çelengiyên Zîlanê dike. Hingî ew tev xwe Zîlan dihesibînin. Xezalên Zagrosan, dengxweþ û þervanên welatê bextreþên vê cîhanê, bi qasî bilindahiya çiyayên Kurdistanê û kûrahiya newalên dûr û dirêj çûne nava bîr û ramanên kurdîniyê. Belê wiha ye ku felsefa evîna Kurdistanê di wan çiyan de geþ maye.