HEWLÊR - Li herêma Kurdistanê di
salên dawiyê de bûyerên xwekuþtinê zêde dibin. Her çiqas
kuþtin û xwekuþtin zêde dibin jî derbarê wan de tu lêkolînên
serbixwe nayên kirin. Her wiha piþtî ku amûrên ragihandinê zêde
bûn êdî bûyerên kuþtin û xwekuþtinê nayên veþartin. Di
gelek qeydên fermî de kuþtinên jinan wekî qeza tên nîþandan.
Li herêma Hewlêr û Silemaniyê di
demên dawiyê de bûyerên xwekuþtinê zêde bûne. Li Sidekana
Hewlêrê jineke ciwan bi çekê dawî li jiyana xwe anî. Li gundê
Nîzara herêma Sorana Hewlêrê P.M.S.'ya 17 salî di 6’ê gulanê
de bi çekê dawî li jiyana xwe anî. Di destpêka meha nîsanê de
li gundê Bawyana Xelîfa Hewlêrê dayika 2 zarokan Nesar Yehya
Omer, A.M.'ya 20 salî li gundê Berdanga Ranyayê, Berî Azad Laweyê
15 salî û di 12’ê nîsanê de jî Êran Hisên Mihemed (29) agir
berdan bedenên xwe û dawî li jiyana xwe anîn. Di 9’ê nîsanê
de li Silemaniyê D.N.M.'ya 15 salî xwe darvekir. Dîsa 14’ê
nîsanê keçeke 18 salî bi çekê dawî li jiyana xwe anî. Ev
agahî tenê yên hatine bi dest xistin in.
Bûyerên ku pêk hatine têne bi
qezayan tên nîþandan û tu agahiyên fermî nayên dayîn. Derbarê
van bûyeran de polîs û rayedar lêkolînan nakin û sedemên van
kuþtinan diyar nakin. Gelek kuþtin û xwekuþtin hem ji hêla
malbatan ve û hem jî ji hêla rayedar û polîsan ve tên veþartin.
Parêzvanên mafên jinan ji ber kevneþopiyên malbatan nikarin li
ser bûyeran lêkolînan bikin.
This entry was posted on 09-05-2008 08:53. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 09-05-2008 08:53 Views: 28
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 28