• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
20
gulan
Mal arrow Mal arrow Jin arrow Starta xebatên hilbijartinê dan
Starta xebatên hilbijartinê dan Binivîse E-posta
 
jin-konferans-reveberiya-heremi.jpgAMED - Encama 1'emîn Konferansa Jinan û Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaz û Zayendî ya Demokratîk û Ekolojîk hate aþkerakirin. Di encamnameyê de hate gotin bi dirûþma ‘Çiqas jin ew qas demokrasî û azadî’ starta hilbijartinan dane destpêkirin. Hate diyarkirin ku bi rêveberiyên herêmî, dixwazin xwaseriya demokratîk pratîze bikin, di hilbijartinên pêþerojê de bi nêzikatiya îdeolojik û hêzeke xurt dest bi amadekiriya hilbijartinan bikin.

150 delege tevli konferansê bûn

1'emîn Konferansa Jinan û Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaz û Zayendî ya Demokratîk û Ekolojîk li Salona Civînê ya Rêxistina DTP'ê ya Amedê di 5 û 6’ê gulanê de hate lidarxistin. Parlamenter û þaredarên DTP'î yên jin jî di nav de bi tevahî 150 delegeyên jin beþdarî konferansê bûn. Di konferansê de mijarên wekî, “Nirxandina Pêvajoya Siyasî, Çêkirina Pêþnûmaya Modela Jin û Reveberiyên Herêmî ya li ser bingeha Paradîgmaya Azadîxwaz a Zayendî û Ekolojîk û Demokratîk, Stratejiya Hilbijartinê, Nîqaþkirin û Erêkirina Pêþniyarên Biryaran” hatin nîqaþkirin.


Peyamên girîng hatin dayîn

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku bi coþa ‘Konferansa Jinan û Rêveberiyên Herêmî yên Navneteweyî’ tevli konferasa herêmî bûne. Di encamnameya kanferansê de hate destnîþankirin ku pêkanînên antî- demokratîk ên li hemberî kurdan tu caran pirsgirêkan çareser nakin û wiha dom kir: “Di 8’ê Adarê, Newroz û 1’ê Gulanê de bi milyonan kes peyamên girîng dan raya giþtî a cîhanê. Her wiha di van peyaman de peyamên jinan jî girîng bûn. Jinan her tim bi çalakiyan li dijî þer û þîdetê pêþengiya berxwedanê kiriye.”


Terzeke burokratîk pêþ ketiye

Her wiha di encamnameyê de hate destnîþankirin ku di konferansê de xwerexne û rexnedayînên xurt hatine kirin û wiha hate gotin: “Ev 4 sal in ku di nava rêveberiyên herêmî de cih digirin. Gelek xebat û hewldanên girîng hatine kirin lê þaredar ji nêrîna klasîk a þaredariyê rizgar nebûne û tarzeke burokratîk pêþ ketiye. Her wiha li dijî pergalê modelên alternatîf nehatine afirandin.”

Di encamnameyê de nirxandinên stratejiya hilbijartinan hatin kirin. Hate diyar kirin ku dê di hilbijartinan de bi nêzikatiya îdeolojîk xebatên xwe bidin meþandin û encamname wiha dom kir: “Divê di hilbijartinan de nezîkatiyeke stratejîk pêþkeve û li gorî geþedan û hewcedariyên civatê model bên afirandin. Divê þaredarî wekî dezgehên gel bên dîtin û bên nirxandin.” Her wiha di encama 1'emîn Konferansa Jinan û Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaz û Zayendî ya Demokratîk û Ekolojîk de hate destnîþan kirin ku konferasa herêmî êdî 2 salan carekê bê lidarxistin. Her wiha bi dirûþma ‘Çiqas jin ew qas demokrasî û azadî’ starta xebatên hilbijartinê hate dayîn.



Biryarên konferansa herêmî

Di 1'emîn Konferansa Jinan û Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaz û Zayendî ya Demokratîk û Ekolojîk de ev biryar hatin girtin: Hejmara personelên jin bêne zêdekirin û di îstîhdamê de ji bo jinan cudabûna pozîtîf bê çêkirin. Di mewkiyên wekî þêwirmendî, serokê daîreyan, midûr û kademeyên rêveberiyan de kota bê bikaranîn. Di rêveberiyên herêmî de divê departmanên jinan bên avakirin û ji bo jinan butçeyeke taybet bê çêkirin. Di bin banê þaredariyan de kreþ û odeyên dergûþan bêne vekirin.


09-05-2008 10:33 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 09-05-2008 10:33. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment. Last update on 09-05-2008 10:33
Views: 58    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;