• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Jin arrow Jin ji bo rêveberiyên herêmî li hev civiyan
Jin ji bo rêveberiyên herêmî li hev civiyan Binivîse E-posta
 
jin-konferans600.jpgAMED / DÎHA - Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna ku di 'Konferansa Jinan û Rêveberiyên Herêmî ya Navneteweyî' de axivî, wiha got: "Karê me ji yê saziyên siyasî yên din gelek girantir e. Em tune tên hesibandin. Em hem siyasî ne û hem jî têkoþîna gelekî ku tune tê hesibandin dimeþînin. Em weke miletek, têkoþîna hebûnê dimeþînin. Ev li pêþiya me astengiya herî mezin e."

Seroka Giþtî ya SDP'ê Fîlîz Koçalî, Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, parlamenterên jin ên DTP'yî, þaredar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de nêzî 100 delege di Konferansa Jinan û Rêveberiyên Herêmî ya Navneteweyî de amade bûn.


'Em ê demokrasiyê bi pêþ bixin'

Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, axaftina destpêka konferansê kir û têkildarî modela "Xweseriya Demokratîk" agahî dan. Ayna, destnîþan kir ku tiþtê herî baþ ew e ku demokrasiya beþdarî bipêþ bixin û wiha dom kir: "Di nava avahiya rêveberiya 'Xweseriya Demokratîk' de jin dê çewa cihê xwe bigire, di nava rêveberiyê de em dê çewa nêrîna jinê bipêþ bixin, ev hemû mijarên nîqaþê yên cuda ne. Tiþta herî girîng ku divê em pêk bînin, pêwîst e em demokrasiya beþdar bipêþ bixin. Bi vê yekê bingeh, tax, gund û jin wê hîn zêdetir, di çaresereya persgirêkê xwe de cih bigirin."


'Karê me ji yê partiyan girantir e'

Ayna, destnîþan kir ku karê wan ji yê partiyên siyasî yên din girantir e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Karê me ji 2 hêlan ve zehmet e. Xala yekemîn, newekheviya civaka zayendparêz, di nava rêveberiyan de rewa û zagonî tê dîtin. Ev li ber me wek astengiya herî mezin e. Serokwezîrê me ji jinan xwestibû ku herî kêm 3 zarokan bînin. Li pêþiya me serokwezîrek wiha heye. Ji aliyekî ve em li hemberî vê yekê têkoþînê didin. Li aliyê din ji bo jinên kurd pirsgirêkek hîn mezintir heye, em tune tên hesibandin. Hem em siyasî ne û hem jî têkoþîna gelekî ku tune tê hesibandin dimeþînin. Em wek miletek, têkoþîna hebûnê didin." Ayna, da zanîn ku li Tirkiyeyê tu partiyên siyasî konferansek bi mijara jin û rêveberiyên herêmî lidar nexistiye û wiha pê de çû: "Pêwîst e em di her wateyê de û li hemû qadan têkoþîna neteweyî û çînê ya jinê bimeþînin. Pergal û reveberiya heyî hîn jî astengiyan derdixe pêþiya me."


'Em nêrîna jinan derxin pêþ'

Þaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler jî, bibîr xist ku konferansê yekem car lidar xistine û wiha axivî: "Em bi hevalên jin ên ku ji Silêmanî, Mababad, Zaxo, Þam û Tirkiyeyê hatin re li hev civiyan û me pirsgirêkên xwe parve kirin. Li Tirkiyeyê hejmara jinên ku di rêveberiyên herêmî de cih digirin, ji sedî 0.56 e. Mirov nikare vê yekê wek temsîliyet bihesibîne. Cîhgirtina jinan a di rêveberiyên herêmî de, ji bo pêþxistina demokrasiya bajaran gelekî girîng e. Tiþtê herî girîng ew e ku em nêrîna jinê pêþ bixin."

Konferan bi rojevên wekî, "Di Rêveberiyên Herêmî de Jin û Modelên Temsîleyetê", "Bingeha Zayendê Butçe", "Rêveberiyên Herêmî, Jin û Demokrasî", "Muqayesekirina Tirkiyeyê ya Beþdarî û Temsîlê ya di Belgeyên Netewî û Navnetewî de ya di Rêveberiyên Herêmî de", "Nêzikatiyên Ekolojîk û Azadîxwaza Zayendê û Parvekirina Tecrubeyan" tê lidarxistin, dê îro bi dawî bibe.


04-05-2008 12:25 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 04-05-2008 12:25. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment. Last update on 04-05-2008 12:25
Views: 47
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;