• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Çarþem
14
gulan
Mal arrow Mal arrow Jin arrow Ji 4 parçeyan 5 helbestvan
Ji 4 parçeyan 5 helbestvan Binivîse E-posta
 
5-helbestvan.jpgSTENBOL - Ji parçeyên cihê berhemên van pênc helbestvanên jin ên kurd ji Weþanên Avestayê di bin beþa “Þahmaran” de derketin. Avesta ku di bin navê “Þahmaran” de helbest û çîrokên nivîskarên jin ên kurd diweþîne vê carê bi hevkariya Anadolu Kultur, Balyozxaneya Stenbolê ya Swêdê û BEKSAV ev 5 helbestvanên kurd di bin navê “Ji 4 welatan þaîrên jin ên kurd tên ba hev” anîn ba hev.

Çalakiya yekem a vê xebatê di 20’ê mehê de li Amedê li dar ket û ya duyem jî li Stenbolê, li Depoya Titûtê ya li Tophaneyê li dar ket. Çalakiya ku ji aliyê Rûken Bagdu Keskin ve hate birêvebirin de helbestvanên jin ên kurd Fatma Savci, Gulîzer, Jana Seyda, Kejal Ahmed û Nahîd Huseynî helbestên xwe ji bo temaþevanan xwendin û þanoger Julide Kural jî tirkiya helbestan xwend.

12 berhemên nivîskarên jin

Rûken Bagdu Keskin, got ku heta niha di projeya “Þahmaran”ê de 12 berhemên nivîskarên jin ên kurd derketin û wiha dom kir: “Projeya Þahmaranê piþtgirî da jinan û her ku diçe jin zêdetir dosyayên xwe diþînin. Wekî gotina Jana, di vê projeyê de jinan ji xwe re welatakî mê dît.” Keskin dûre da zanîn ku di nav projeyê de wekî yekem berhem pirtûka Jîla Huseynî ku di sala 1996’an de jiyana xwe ji dest daye derket û ji bo bîranîna wê helbesteke wê xwend.

Keskin piþtî xwendina helbestê got, “Helbestên Jîla nazik in û ew di helbestê de her gazinê dike” û mafê gotin û xwendina helbestê da Kejal Ahmed. Kejal Amed got; “Helbestên min ji bo þeþ zimanan hatin wergerandin, lê xeyala min ew bû ku helbestên min li bakurê Kurdistanê bêne weþandin. Ez gelek kêfxweþ im ku helbestên min li vir hatine weþandin û ez li vir im” û dûre dest bi xwendina helbestên xwe kir. Paþê bi rêzê Jana Seyda, Fatma Savci, Gulîzer û Nahîd Huseynî helbestên xwe pêþkêþî temaþevanan kirin. (Diyarname)


Berhemên wan

Fatma Savci, heta niha du berhemên wê bi navê “Gulên Qasid” û “Xewnên Zîvîn” derketin.

Gulîzer, heta niha berhemeke wê bi navê “Keziyên Jinebî” derketine. Jana Seyda, di salên 1990’an de helbestên wê di berhemên erebî û kurdî de hatine weþandin. Seyda ku ji erebî ji bo kurdî wergerê jî dike. Heta niha ji bilî yek werger, ev berhemên wê derketine: “Þeva Dawî”, “Destê Sibê Deriyên Nîv Vekirî yên Evînê”, “Ber Êvarî”. Kejal Ahmed, Li Amedê digel xebatên lêkolînî yên li ser jinan ew ji sala 1992’yan ve karê rojnamegerî jî dike. Heta niha helbestên wê ji bo almanî, erebî, farisî, îngilîzî, norvecî û tirkî hatine wergerandin. Bi soranî dinivîse ev berhemên wê derketine: “Bendrî Bermûda”, “Wutekanî Wutîn”, “Qaweyek Legel Ew da”, “Awênem Þikand”. Nahîd Huseynî, ji 18 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestê kiriye, heta niha çîrok nivîsandine û li Sinê û lîstek zaroka ya þanoyê bi navê “Beqê Nav Avê” pêþkêþ kiriye. Huseynî ku bi soranî helbestên xwe dinivîse, li Tirkiyeyê bi navê “Þevek bi þeytên re” pirtûkek wê bi kurmancî derketiye.


24-03-2008 09:26 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 24-03-2008 09:26. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment. Last update on 24-03-2008 09:26
Views: 102    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;