• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
9
gulan
Mal arrow Mal arrow Jin arrow Gundiyan ji þîdetê re gotin 'na'!
Gundiyan ji þîdetê re gotin 'na'! Binivîse E-posta
 
jin-gund.jpg RABAT - Li 1836 gund û 35 bajarên Fasê bi jinan re li ser mijara þîdetê civîn hatin lidarxistin. Jinan di civînê de daxwazên xwe yên li dijî þîdetê anîn ziman. Di civînan de li dijî þîdetê 12 daxwaz derketin pêþ. 12 daxwazên jinan di afîþekê de hatin bicihkirin, her wiha daxwazên jinan kirin pirtûk.

Jinên fasî li dijî þîdetê ber bi rêxistinbûnê ve diçin. Jinên fasî dixwazin ku li her qada jiyanê li dijî þîdetê tebîr bên girtin. Jin, armanc dikin ku kesên ku di nava malbatê de þîdetê pêk tînin ji malê bên dûrxistin, cezayên li hemberî þîdetê bêne zêdekirin, tecawiz û êrîþên cinsî wekî sûc bê nirxandin û cezayên giran bêne dayîn. Her wiha jin dixwazin ku pirsgirêka þîdeta bi riya navberkariyê neyên çareserkirin. Heta ku pirsgirêk tên çareserkirin divê alîkariya aborî ji malbatê re bê kirin. Her wiha divê polîs jî li dijî þîdetê têbikoþe û musamayê nîþanî sûcdaran neke.


161 civîn hatin lidarxistin

Saziyên jinan di pûþpera sala 2007’an de bi projeya Global Right dest bi xebatan kirin. Saziyên sivîl li dijî þîdetê dixwazin ku tedbîrên qanûnî bêne girtin û kampanyayên berfireh bêne destpêkirin. Saziyên sivîl ên jinan xebatên xwe di çarçoveya afîþ û pirtûkan de dimeþînin. “Cezakirin, parastin, nexweþbînî û li dijî þîdetê mafê qanûnî” di afîþê de cih girtiye. Dîsa li ser vê mijarê jî pirtûkek jî hate amadekirin.

Midûra Fas Globalê Right Stéphanie Willman Bordat, diyar kir ku bi vê projeyê armanc dikin hêza 10 saziyên sivîl ên herêmê xurt bikin. Bordat, destnîþan kir ku destpêka projeyê di îlona sala 2007’an de bi xebata atolyeyê li bajarê Fasê pêk hat. Rêxistinên sivîl ên Hîndistan, Amerîka, Îspanya û Rojhilata Ewropayê tevli atolyeyê bûn. Di atolyeyê de tecrûbeyên saziyên welatan hatin nirxandin. Piþtî vê atolyeyê 11 xebatên atolyeyên din hatin çêkirin. Bi tevahî 1836 gund û 35 bajaran 161 civînên agahdariyê hatin lidarxistin. Di civînan de mafên jinan ên navneteweyî hatin tespîtkirin.


26-03-2008 11:16 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-03-2008 11:16. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment. Last update on 26-03-2008 11:16
Views: 35
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;