ÎZMÎR - Jina bi navê B.Y. ku xwest
ji mêrê xwe yê ku mehra wan a fermî tune biqete rastî gefên
kuþtinê hat. B.Y.'ya ku serî li ÎHD'ê da got ditirse ku wê
bikujin. B.Y. dê ji aliyê Midûriyeta Bajêr a Xizmetên Civakî ve
bê parastin.
Jina bi navê B.Y. ku me nûçeya wê
çêkiribû, 29 salî ye û ducanî ye. B.Y, îdia kiribû ku
xwestiye ji mêrê xwe yê bi navê H.T yê ev 3 sal in bê mehra
fermî pê re dijî, biqete. B.Y, dabû zanîn ku H.T. pêkutiya
fizîkî û psîkolojîk lê dike û jê re gotiye 'ez ê te
bikujim'. B.Y., ji bo alîkariyê bang li saziyên civakî yên sivîl
kiribû û dawiyê serî li Þaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê dabû. ÎHD'ê
B.Y. bir Midûriyeta Bajêr a Xizmetên Civakî ya Îzmîrê. Li ser
serlêdanê, midûriyetê B.Y. girt bin kontrola xwe.
This entry was posted on 09-05-2008 08:53. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment.
Last update on 09-05-2008 08:53 Views: 42
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 42