• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Mal arrow Jin arrow Amadekariyên kongreyê didomin
Amadekariyên kongreyê didomin Binivîse E-posta
 
jin-xebat.jpgWAN - Meclîsa jinan a DTP’a Wanê di çarçoveya xebatên kongreya asayî ya di 17-18'ê gulanê de pêk bê lez da xebatên xwe. Parlamenter Fatma Kurtulan tevli xebatan bû û diyar kir ku dixwazin bi hezaran jinan ve biçin Enqerê û kongreyeke bi hêz li dar bixin. Kurtalan, da zanîn ku dê di kongreyê de jinên kurd daxwazên xwe bînin ziman.

Ji bo kongreyê li taxên Wanê civînên jinan tên lidarxistin. Meclîsa jinan der barê kongreyê de agahiyan didin û jinan dawetî kongreyê dikin. Kurtulan di civînan de bal kiþand ser rol û mîsyona jinan û da zanîn ku jinan di parastina ziman û çandê de roleke girîng girtiye ser milê xwe. Li gorî Kurtulan divê ji bo pêþerojê çi bikeve ser milê jinan wê bike, ji ber ku pêþeroja kurdan li ser milê jinan e.

Her wiha Meclîsa Jinan a DTP'a Amedê di çarçoveya xebatên kongreyê de li avahiya DTP'a navçeya navendî ya Amedê civînek li dar xist. Parlamentera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, endamên Meclîsa Jinan a DTP'ê ya Amedê û gelek jin beþdarî civînê bûn. Parlamentera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk bal kiþand ser têkoþîna jinên kurd û wiha axivî:

"Jina kurd li hemberî tunekirina gelê xwe bêdeng nema û kete nava têkoþîneke pir watedar. Her wiha sekna ku wê di 8'ê Adarê û Newrozê de nîþan daye vê yekê nîþan dide. Ev 30 sal e hûn wekî jin ji bo jiyaneke azad û bi rûmet li ber xwe didin. Ev 30 sal e hûn têkoþîneke birûmet dimeþînin. Divê em hemû xwedî li van destkeftiyan derkevin. Jinan heya îro gelek bedel dane. Cihê jinê di nava têkoþîna me de gelekî girîng e.


06-05-2008 14:52   Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-05-2008 14:52  . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment. Last update on 06-05-2008 14:52
Views: 25
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;