Li gorî min gotina Zir Mamoste têrê
nake. Ji ber ku bûyer Zir Teþqele ye... Li welatekî bifikirin ku
hîndekar sextekar bin. Gelo wê zarokên wî welatî pêþî hînî
çi bibin? Bêguman wê hînî sextekariyê bin.
Y.B ku bi xwe li ser wêje û edebiyata
zarokan dixebite, karekî wisa kiriye ku ji aliyê edîban ve wekî
bê-edebî tê binavkirin. (Hin kes dibêjen edebiyat bi awayekî
zimanê bê-edebiyê ye. Yanî tiþtên bê-edeb ku nayê gotin bi
riya edebiyatê bi rihetî têne gotin) Lê bêedebiya wî zatî ne
wisa ye. Xwezî wisa bûya. Ya wî rûreþî ye...
Ew zatê navneborî (dijbera navborî)
ketiye nava hewildanan û bi çi awayî dibe, rojnameyeke almanî
aniye ser rê û hevpeyvînek pê re hatiye çêkirin. Rojnameyê
hevpeyvîna bi zatê nediyar re bi sernavê “Pêþkêþvanê ku bi
miliyonan kes nas dikin lê li vî bajarî kes wî nas nake”
weþandiye.
Îca aliyê balkêþ ê hevpeyvînê jî
wêneyên wî ne. Ew carekê bûye mêvanê bernameyeke Rojtv ya bi
navê Gava Sêyemîn. Îca wêneyê xwe bi pêþkêþvanê bernameyê
yanî bi Helîm Yusiv re kiþandiye û daye rojnameyê. Wêne di nava
hevpeyvînê de hatiye weþandin.
Di hevpeyvîna xwe de bi kurtî wiha
dibêje: “Ez pêþkêþvanê bernameyeke televîzyonê me. Navê
bernameya min Gava Sêyemîn e. Ez li ser wêje û edebiyata kurdî
bi mêvanên xwe re niqaþ dikim. Ew kesê li kêleka min (Helîm
Yusiv) mêvanê min e. (yanî bi xwe mêvan e lê di rojnameyê de
haþa derewan dike û dibêje ez pêþkêþvan im û Helîm Yusiv
mêvanê min e.)
Îca aliyê herî xweþ û balkêþ ê
bûyerê jî ev e: Jixwe rojname biçûk e û ya bajêr e. Dibe ku
kes pê nehesiya. Lê malxerab bi xwe bi derewa xwe bawer kiriye.
Mizgînî daye hevalên xwe û gotiye ku rojnameyeke almanî bi min
re hevpeyvîn çêkir. Rojname daye hevalekî me yê televîzyonê ku
jê re wergerîne ser zimanê kurdî. Bi vê yekê re karesata wî jî
ronî bû.
Hevalê ku qaþo divê wergera nivîsê
çêbikira þerm kir ku bêje û þerm kir ku bixwîne. Lê wî þerm
nekir ev derewa mezin kir û bi xwe jî bi “derew”a xwe bawer
kir.
Mamosteyekî me yê Edebiyatê hebû.
Ji me re digot: Her tim hewil bidin bibin yekem. Hûn dibin çi
bibin, lê bibin kesê yekem. Dixwazin bibin diz jî lê bibin dizê
yekem... Îja welatekî ku hîndekar û mamosteyên edebiyatê pesnê
dizîtiyê bidin wê bibe çi? Hebe nebe wê bibe Îran...
Îca Selamo jî roja yekþemê 4 gulanê
li Nisêbînê Teþqele dilîze. Ez pêþniyar dikim ku terka teþqele
bike û ji xwe re karekî din bibîne. Je ber ku li cihê ku Zir
Mamoste, zir teþqeleyan bikin, teþqele bêbandor dimînin. Jixwe
gotinek heye dibêjin; ger þagirt mamosteyê xwe derbas neke wê
huner bimire...
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 28-04-2008 10:15. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 28-04-2008 10:15 Views: 118
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 118