Wekî hûn dizanin di nava hemû
zimanan de pêþgir û paþgir hene. Bêguman di nava kurdî de jî
pir in. Lê mixabin gava mirov bala xwe dide çapemeniya kurdî mirov
ditirse. Ji ber ku rojnamegerên me qira paþgiran anîne.
Ger bê bîra we, hin paþgirên kurdî
ev in: emîn, gîn, dar, dêr, er, kar, ger, saz, jen, bend, mend,
kêþ, ker, bêj, rêj, mij, çî, cî... û van.
Lê di çapemeniya me de hemû paþgir
winda bûne û hema çi bikeve ber wan (bêmane), van’ekê pê ve
dikin û tu sax ez selamet...
Divê ev yek bê gotin ku dema gotinek
an peyvek bi paþgira “van” bê çêkirin, divê tê de nobedarî,
çavdêrî û parastinek hebe. Seknek hebe. Bo nimûne, gavan: Kesên
ku li ber garanê ne, yan jî nobedarê ga.
Berxevan, nobedar û çavdarê berxan.
Dergevan, nobedarê derî. Gelo rojnamevan jî yanî kesên ku
nobedarên rojnameyê ne?
Îja ne însaf maye ne þerm. Hema çi
bê ber wan, bêyî ku bizanin di kurdî de heye yan na, “van”ekê
dadinên dawiya wê û dibe gotineke ‘kurdî’
Lîstikvan: Gelo kesên ku li ber
lîstikê ne yanî jî kesên ku dilîzin? Mirov bêje yarîker yanî
kesên ku dilîzin, yariyê dikin, baþtir e yan jî lîstikvan!
Hema çi gotin û peyvek dikeve destê
xebatkarên çapemeniyê, bi lez û bez bi paþgira ‘van’
diherimînin, biborin dixemilînin.
Niha em bala xwe bidin hin gotinên ku
bi þaþî ketine destê rojnamegerên me û ew xistine çi halî:
Zirnevan (zirnecî), duholvan
(duholjen), wênevan (wênekêþ), guhdarvan (guhdar, guhdêr),
derewvan (derewker), rodiyovan (radiyocî) û televîzyonvan
(TV-VAN), hema nepirsin baþtir e, ez jî nizanim...
Îca van, van û van...Weee, ma bû
çiii?
Çawa ku bi zêde bikaranîna gotina
dayîk, pîrozbûna dayikan bê tam kirine, her wisa bi zêde
bikaranîna paþgira “van” jî ziman bê tam kirine.
Gelo ma em mecbûr in ji her jinekê re
bêjin dayik? Baþ e ku navser be, mirov dibêje metê, xaltîkê,
jinmam (amojin), jinxal (xalojin), xatûn, xanim û ...hwd.
Îca gelek caran kesên ku ji jinekê
re dibêjin yadê yan dayik, bi xwe ji yadê mezintir (mestir)in ne
ser xêrê... Malmîrat tu wekî bavê yadê xuya dikî çi yadê
yadê!
Carekê hevaleke me diçe û dixwaze li
maþînê siwar be. Bi lez dimeþe û milê wê li jinekê dikeve.
Dibêje: Dayê biborîne! Metê jê re dibêje: Bila bavê te
biborîne, ma ez çêlek im ku biborînim...
Hûn jî ‘biborînin’ ez dixwazim
Roja Dayikan li hemû dayîk, met, xalet, jinmam û jinxalên kurd
pîroz bikim ji ber ku bihuþta me di bin pê wan de ye...
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 12-05-2008 12:11 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 4 time. You can leave a comment.
Last update on 12-05-2008 12:11 Views: 65
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 65